Bediya Ozgokçe: Tenê partiya ku demokrasiyê bînê HDP'ê ye

10:42

Nişmiye Guler-Medya Cebe/JINHA

WAN - Parêzer Bediya Ozgokçe yên ku bi salan e ji bo mafê jinê têdikoşe di hilbijartina 1'ê Mijdarê de parlamentera HDP'ê dan nişandan. Bediya diyar kir ku eger partiyek demokrasiyê bînê Tirkiyê ew jî HDP'ê ye û got ku erdîngariya Tirkiyê bi hemû mezhep û baweriyan dewlemend e, lê ev mîrase bi destê deshilatdariyan tên tune kirin.

Di hilbijaritina ku dê di 1'ê Mijdarê de li tevahiya bakûrê Kurdistan û Tirkiyê dê pêk bê de HDP'ê li Wanê 8 namzetan nîşandan û yek ji wan namzetan jî Parezer Bediya Ozgokçe ye. Bediya di sala 1975'an de li Wanê ji dayîk dibe û malbata xwe re li Wanê mezin dibe. Bediya piştî dibistana navîn û lîseyê li Wanê bidawî dike, li Zanigeha Dokuz Eylulê ya Îzmîrê di beşa Hiquqê de tahsîla xwe berdewam dike. Piştî ku Bediya ji zaningehê mezun dibe ji bo parastina mafê jinê li Wanê dest bi xwebatan dike û bi salane doza jinê dişopîne û di nav bajarê Wanê wek parastvanê mafê jinê tê nasîn. Ligel vê yekê Bedîya di komeleya mafê mirovan (ÎHD) de cih girtiye. Bediya Ozgokçe di salên navbera 2004-2006'an de di rêveberiya lijneya baroya Wanê de jî cih girt û di heman demê de endamê DEHAP'ê bû û xebatên azadiyê dida meşandin. Di wê salê de Bediya çend jinên parezer li hev kom kir û care yekem li Wanê Navenda Mafê Jinê da avakirin û xebatên wan di herêmê de modelekî minak hat nişandan. Herî dawî Bediya ji bo hilbijaratina ku dê di 1'ê Mijdarê de pêk bê li Wanê ji bo parlementeriya HDP'ê namzet hat nîşandan û niha ji bo serkeftiya hilbijartina bi şev û roj xebatên xwe didin meşandin.

'Îhlalkirina mafê ji bo min di cihekî cuda ye'

Bediya ya ku hemû jiyana xwe li Kurdistanê derbas dike destnîşan kir ku li Kurdistanê gelek maf û rastî hatî binpêkirin û wiha axivî: "Li cihanê mafê gelê Kurd bi her awayî hatiyê binpêkirn û tune kirin. Em yek bi yek bûn şahîdê vê yekê. Bi taybetî dema ku em xebatên saziyên sîvîl didan meşandin em rastî vê yekê dihatin û em di nav gel debûn û rastiyê bi çavên xwe didît. Me hemû êş û kedera gelê Kurd di dilê xwe de hîs dikir. Polîtîkayên gelek qirêj li ser civaka kurd hat meşandin û kurd ji eslên xwe dur hatin histin. Lewra îhlalkirinan mafê mirovan û parastina mafê ji bo min cihekî cuda ye."

Bedia li ser hilbijartina ku dê di 1'ê Mijdarê de pêk bê jî rawestiya û ev tişt anî ziman: "Partiya HDP'ê bi her awayî li cem gelê bindeset e û ji bo mafê wan hatiyê avakirin. Hemû hewldana HDP'ê ji bo jiyanek azad û demokrasiyê ye. Eger ku demokrasî bê Tirkiyê ev bi saya hewldana HDP'ê ye. Eger partiyek demokrasiyê bîne Tirikê dê ev partî HDP'ê be. Dema ku em li dîroka Tirkiyê dinêrin tenê modela netew-dewletê hatiyê pêjîrandin bi hişmendiya tekasiyê tê meşandin. Di erdnîgariya Tirkiyê de civakekî pir mezin heye û bi polîtîkayên qirêj tên red kirin. Îro cima HDP'ê hat avakirin ji bo vê yekê. HDP'ê ne ji bo tunekirina deshîlatdariyê hat avakirin ji bo mafê mirov û ciwanan hat avakirin û dê heya bigihe armanca xwe dê xebatên xwe em ê bidin meşandin."

'Hikûmet vegeriya dewletê'

Bediya hilbijaritna 7'ê Hazîranê bibir xist û ev tişt got: "Piştî ku hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê di hilbijaritna 7'ê Hezîranê de têk çû, konsepta şer da dest pê kirn. Hikûmeta AKP'ê bi planan welat ber bi aloziyê vê bir û li gelek heremên bakûrê Kudistanê şer îlan kir û mirovan qetîlkir. Di serî de pejirandina "Paketa Ewlehiyê" li Kurdistanê şer hat dest pê kirin û binpêkirina mafê hat kirin."

Bediya di dawiya axatina xwe de anî ziman ku her çiqas hikûmeta AKP'ê welat bikişina nav aloziyê jî dê HDP pêşî lê bigire.

(ho/rc)