Ji bo ked, aşitî û azadi yê…
14:08
Sîbel Ozalp/JINHA
STENBOL - Jinên berendama parlementeriyê bang li hemû jinan kirin ku ji bo keda jinê were dîtin, asta têkoşîna azadiyê bilind bikin û ji bo gotinên îktîdarê hemberî jinê vala derxin dengê xwe bikar bînin û wiha pêde çûn: "Piştî 1'ê Mijdarê jin dixwazin li taxan dixwazin li meclîsê ferq nake wê karker, Kurt, Alewî vê tekoşînê bidomînin û ji bo me hemûya roj hilwere."
Hilbijartina ku di 1'ê Mijdarê de pêk bê çend rojên jimartî man, jinên berendamên HDP'ê bi lezgînî xebata hilbijartinê berdewam dike. Jinên berendamên HDP'ê kolan kolan, mal bi mal, tax bi tax ji welatiyan ra qala polîtîka yê HDP'ê dikin û bi vekirina standa xwe, xwe digînin her qadî. Herêma 1. ya Stenbolê berendamê HDP'ê Serpîl Kemalbey, Hulya Avşar, Arîfe Çinar û Nûrhan Yildirim diyar kirin ku ji bo jinan hilbijartin gelek girînge û ji bo nêzikatiya siyaseta mêr ê serdest bang hemû jinan dikin ku dengên xwe bidin HDP'ê.
'Asta têkoşînê bilind bikin dê roj hilwere'
Berendamê HDP'ê Serpîl Kemalbey anî ziman ku soz dane kesên ku di teqîna Enqerê de jiyana xwe ji dest dane û wiha dom kir: "Ew ji Rojava dest dirêjî erdnigari ya Kurdan kirin. Ji bo jiyanek bi rûmet mafê jiyanê ferze ku veguhere. Mirina karkeran û her roj herî kêm pênç jin rastî şîdeta mêr tê. Li welatê Tirkiyê gelek pirsgirêkên kûr hene û em jî dixwazin wan çareser bikin. Ji bo ku soza me daye rêhevalên têkoşîna azadiyê bi cih bînin, em bang li hemû kesan dikin ku dengê xwe bidin HDP'ê. Piştî 1'ê Mijdarê xwazî li taxan xwazî li meclîsê ferq nake jin, karker, Kurt, Alewî we vê têkoşînê xurt bikin û ji bo me hemûya roj wê hilwere."
'Ji bo xilasbûna jinê şewq bide meclîsê...'
Hulya Avşar jî anî ziman ku hilbijartina 1'ê Mijdarê wê qedera welatê Tirkiye diyar bike û wiha got: " Siyaset bi hişmendiya mêr heya niha dihat rêvebirin, lê belê jin bi çalakiya xwe cihê xwe di siyasetê de digre. Cara yekem di hilbijartina 7'ê Hezîranê de HDP'ê li meclîsê koma jina ava kir. Ew gavekê gelek girîng bû. Vêjîna cîhanê bi keda jinê xwe bi rê ve dibe. Jinên ku karê malê dikin divê bi hevpeymanek ve butçeya wan were fermî kirin. Ji bo ku kedê jin were dîtin divê jin piştgirî bidin xebatê hilbijartinê. Di siyasetê de dengê xwe derxin û li taxan kreşên bê pere, xweytîxaneya extiyaran were vekirin. Bi taybetî difikirim ku xilasbûna jinên têkoşer bi şewq dayîna meclîsê re wê pêk were. Divê jin li bin banê HDP'ê de bicivin û dengê xwe bidin HDP'ê."
'Hemberî banga Davûtoglû 'zewicandin''
Arife Çinar jî anî ziman ku ji bo selteneta, dîktotari ya Tirkiyê bi dawî bikin û ji bo derfetên wekhev de jiyanê de avabikin ew bang li hemû kesî dikin ku bi hestiyarî tevbigerin û wiha got: "Bi taybet jin jî li hemberî siyaseta serdest a mêr û banga Davûtoglû ya zewcandinê dengê xwe bidin HDP'ê."
'Jin bi ketina meclîsê re wê aşiti yê bîne'
Nûrhan Yildirim jî anî ziman ku piştî hilbijartinê 7'ê Hezîranê li meclîsê herî zêde parlementerên jin ê HDP'ê bû û wiha got: "Em bang dikin ku jin hewl bidin ku hejmarê parlementerên jin derxin du qata. Bila evcar jin bibin îktîdar. Em naxwazin ne gerîla ne jî leşker bimrin. Jin bi ketina meclîsê re wê aştiyê bîne û ez difikirim ku di hilbijartina 1'ê Mijdarê de HDP'ê dê ji sedî 15'e bendavê derbas bike."
(ha/rc)