Ayten Dersîm: Em hem biçin ser sindoqan û hem sindoqan biparêzin

09:37

Hasret Amed-Roj Umut/JINHA

AMED -Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Ayten Dêrsim, diyar kir ku gel di 7'ê Hezîranê de ji bo parastina rêveberiya cewherî û vîna cewherî serkeftinek mezin bi dest xist û xwest di hilbijartina 1'e Mijdarê de jî vê serkeftinê xurttir bikin. Ayten, ji hilbijêrên ciwan xwest ku di hilbijartina 1'ê mijdarê de biçin ser sindoqan û li sindoqan xwedî derkevin.

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Ayten Dêrsim serkeftina gel a 7'ê Hezîranê û tekildarî hilbijartina 1'ê Mijdarê nirxandinên giring kir. Ayten, anî ziman ku li Kurdistanê daxwaza gel a vîna cewherî û rêveberiya cewherî pir girîng e û wiha got: "Gelê Kurd, mirovên pêşketî û kesên demokrat û rewşenbîr divê vê pêvajoyê hîn bi coş û serkeftinek mezin pêşwazî bikin. Ji bo vîn û rêveberiya cewherî derxe holê ev hilbijartin pir girîng e. Bi taybetî ji bo gelê Kurdistanê diyarkirina vîna cewherî û rêveberiya cewherî ji bo gelê kurd cihekî pir taybet e. Gel di hilbijartina 7'ê Heziranê de biryara rêveberiyên cewherî û vina cewherî da. Gel li hemberî hemû êrîşên dewletê sekn û biryara xwe aşkere kir. Heta ku dewlet û hikûmet vîn, nasname, çand û zimanê gel înkar bike, gel jî ne bê çare ye. Gelê kurd 40 salin têkoşîna azadiye dide. Di vê tekoşinê de bi hezaran şehîd dan. Gel bi van betelên mezin bû xwedî hişyarî, zanebûn û biryarek mezin. Ji ber vê yekê em hewldana gelê me ya avakirina jiyana nû, rêveberiyên cewherî ji dil û can silav dikin. Em dîsa dibêjin çawa me di 7'ê Hezîranê de serkeftinek mezin bi dest xist û me helwesta xwe nîşan da em ê di hilbijartina 1'ê Mijdarê de jî serkeftinek mezintir nîşan bidin. Dewleta faşîst vîna me ya di hilbijartina 7'ê Heziranê de nas nekir. Nehat muzakereyê. Mase xera kir û dewletek bê hikûmet li holê hişt."

'Em xwedî vîn û biryara serkeftinê ne'

Ayten, destnîşan kir ku di hilbijartinê de gel got em bi ser ketin lê belê ev têra nake û wiha berdewam kir: "Gelê kurd her dem di nava berxwedanê de ye. Em dê serkeftinê li serkeftinên xwe zêde bikin. Heta em rêberê xwe azad bikin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em wekî gel heta mafê xwe bi dest bixin em ê têkoşina xwe berdewam bikin. Niha em dîsa di arîfeya hilbijartinê dene. Hemû dewlet û cîhan bû şahidê komkujiya dewletê. Tenê kuştin û înkarkirin ji bo gelê me rewa dît.

Li Pirsûs, Amed û herî dawî li Enqereyê komkujî pêk anî. Ev bersîva li dijî aştiyê. Em di têkoşînê de bi biryarin. Dewlet jî di komkujiyê de bi israr e. Lê tunekirin û îmhakirin ne pêkan e. Di diroka cîhanê de jî hatiye ditin ku tu gel bi qetilkirinê tune nebûne. Di her komkujiyê de têkoşîn û berxwedan xurttir kiriye."

Ayten, bal kişan ser girîngiya hilbijartina 1'ê hezîranê û destnîşan kir ku ev hilbijartin ji bo her kesî pir girîng e. Ayten, bilêv kir ku dema gelê me rêveberiyên cewherî îlan kirin em siyaseta demokratîk înkar nakin û wiha pêde çû: "Siyaseta kurd diyar kir ku ew ji bo daxwaza siyaseta gel û rêveberiya cewherî pêk bînin dê siyasete berdewam bikin. Rêveberiya cewheri bêyi siyaseta demokratîk ne pêkan e. Ji ber vê yekê divê em baş li ser hilbijartinê rawestin û li gorî girîngî û wateya wê nêzîk bibin û li sindoqan xwedî derkevin. Em xwedi îdîa ne ku nasname û siyaseta xwe têxin vê meclîsê."

'Berjewendiyên wan li ser mirinê ne'

Ayten, bilêv kir ku wekî tevgera azadiyê ji bo hilbijartin di nava şert û mercên ewle de derbas bibin û hilbijartinek demokratîk pêk bê biryara bêçalakiyê dan û wiha lê zêde kir: "Lê li gel vê biryarê operasyonên dewletê berdewam dikin. Em bi biryar û bawerin ku dema em bixwazin em dikarin şerekî pir dijwar bidin meşandin. Heza me jî heye. Lê em xwezî vîna ku em bê çalakiyê bikin jî heye.
Em dixwazin êdî li ser kesên demokrat û rewşenbir tundî neyê kirin. Em ji hêzên demokratîk, saziyên sivîl jî dixwazin li dijî vê helwesta dewletê zorê li dewletê bikin da ku aştî pêk bê. Îro li Zagrosan 15 rojin em bi dijmin re şerekî pir dijwar dimeşînin. Lê em ne berpirsiyarê vê yekê ne. Ger ku cenaze biçin em ne berpirsiyarê vê yekê ne. Em dîsa bang li dewletê dikin ku dest ji vî şerî berde. Em dîsa bang li hêza şer kur dike û bang li kesên dibêjin çalakiyan nekin dikin. Em dibêjin şerê qirêj ê dewletê bibînin. Ew dibêjin 'em çiqas gerîla û mirovên sivîl qetil bikin ew qas ji bo me kar e' "

'Rêveberiyên cewherî ji bo her kesî ye'

Ayten, anî ziman ku hemû gel dikarin di bin baneye HDP'ê de xwe îfade bike û bîne ziman û wiha got: Ji ber vê yekê divê em hemû hêza xwe seferber bikin. Rêveberiya cewherî û pergala demokratîk ji bo hemû gelan pewist e û lazim e. Ne tenê ji bo gelê kurdistanê û kurdan e. Em têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê didin. Divê hêzên demokratîk baş zanibin ku kî bibe muxalifên AKP êrîşî wan dike. Divê li Kurdistan û Tirkiyeye hemû jin û ciwan li vîna xwe ya demokratîk xwedî derkeve. Divê hemû biçin ser sindoqan û li sindoqan xwedî derkevin. Çawa di 7'ê hezîranê de serkeftin bi dest xist, Divê di vê hilbijartina 1'ê mijdarê de jî serkeftinek mezintir bi dest bixin. Çawa di hilbijartina 7'ê hezîranê de li kurdistanê AKP'ê xelas bû. Gelê Amed, Dersim, Botanê ev yek nîşan da, divê di hilbijartina 1'ê Mijdarê de vînek hîn xurttir derkeve holê. Di têkoşîna azadiyê de rol û barekî mezin dikeve ser jin û ciwanan. Hêza yekemîn jin in. Ji ber ku herî zedê mafê jinê tê binpêkirin û vîna jinê nayê ditin. Me parast ku HDP'ê partiya jinê ye. Bi proje û bergala xwe partiya jinê ye. Ji ber vê yekê divê jin li her derê seferber bibe. Dîsa hêzek din ciwan in. Divê ciwan jî bi hêza xwe ya dînamîk bibe bersiva civakê. Divê jin û ciwan li her derê seferber bibin, biçin ser sindoqan û li sindqan xwedî derkevin."

Ayten herî dawî anî ziman ku ew teqez dest ji azadiya xwe Reberê xwe û vîna xwe bernadin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Azadiya Rêberê me azadiya jin û ciwanan e. 40 salin me li ber xwe da û em têkoşiyan. Roj roja serhildanê û parastina nasname û vîna azad e. Roj li dora vîna azad dorpêçkirine. Em bang li ciwan, jin û hemû hêzên demokrat dikin ku em bi hevre sindoqan biparêzin û biçin ser sindoqan.

(mae/rc)