'Navnîşana me HDP'ê ye '

09:37

JINHA

ENQERE - Her çiqas KCK'ê biryara bêçalakiyê dabe jî li Tirkiyê û Kurdistanê komkujiyên mezin tên kirin. Jinên ku her tim ji bo rawestandi mirinan li qadan in û bertek nîşanê komkujiyên tên kirin didi gotin ku rêya rawestandina mirinan serkeftina HDP'ê ye. Seroka Partiya Giştî ya EMEK'ê Şukran Dogan diyar kir ku armanca ne ew e ku AKP'ê ji hikûmetiyê derxin, armanc ew e ku AKP'ê hilweşînin.

Her çiqas KCK'ê biryara bêçalakiyê dabe jî li Tirkiyê û Kurdistanê komkujiyên mezin tên kirin û gorîstan tên bombebarankirin. Her çiqas îşkence kirin wek suc tê kirin jî ev îşkence bê navber bedewan dike. Hilbijartina 1'ê Mijdarê ya ku dibin hemû zilm û zordariyan dê bê kirin ji bo gel gelek giring e. Jinên ESP, EMEP û jinên li malên gel derhekê hilbijartinê de ji ajansa JINHA'yê re axivin û diyar kirin ku li hem berî hemû polîtîkayên komkujiyê yên AKP'ê dê di hilbijaritana 1'ê mijdarê de piştgiriyê bidin HDP'ê û banga piştgiriyê kirin.

Endama Meclîsa Jinên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Hazal Kangal got ku piştî AKP'ê di hilbijaritana 7'ê Hezîranê de têk çû rûyên xwe ya şer, komkujiyan derket pêşberî gel û sînyala ewîl di 5'ê hezîranê di mitinga HDP'ê ya Amedê de derxist holê û anî ziman ku di komkujiya Pîrsûsê de bi xwîna ciwanan polîtîkayên şer berdewam kir û heya komkujiya Enqereyê anî.

'Yan dê bibin neyarên kurdan yan jî dê ev zilm berdewam bike'

Hazal biryara KCK'ê nirxand û ev tişt got: "Di rojeke ku KCK'ê biryareke wiha distînê li dijî daxwaza demokrasî û aştiyê êrîşek wiha tê kirin watedar e. Divê bombeyê de ne tenê mirov di heman demê de aştî demokrasî û ked jî hat bombekirin. Lê bila baş bê zanîn ku dewlet bi ser neket. Dîsa gel bi ser ket û dê serkeftiya xwe di hilbijartinê de derxe pêşberî AKP'ê. Dewlet bi komkujiyan peyama 'yan hûnê bibin dijmînê kurd yan jî dê ev zilm li ser we berdewam bike. Bila dewlet vê baş bizane ku gelê kurd dê nayê van gefan û dê gel bi ser bikeve."

'Armanc hilweşandina AKP'ê ye'

Alikara Seroka Giştî ya EMEK'ê Şukran Dogan jî bal kişand li ser hilbijaritana ku di nav êrîşan de pêk tê û got ku bi komkujiya Enqereyê re li Kurdistanê jî qedexiya derketina dervê hat dest bêkirin û komkujî hatin kirin. Şukran anî ziman ku êrîşên bi destpê kirina bêçalakiyê tên kirin ne ehleqiyê û wiha axivî: "Mixabin li hemberî biryara bêçalakiya KCK'ê êrîş zêde dibin û komkujiyên cîdî tên jiyandin. Em li bendê bûn ku dewlet li hember vê biryarê gavek bavêje û pirgirêk bê çareserkirin. Lê hikûmeta AKP'ê çikir bombe avêt nav aştiye. Gelê kurd dê heya dawiyê li hember zilmê li ber xwe bide. Em dikarîn vê jî bêjin ku armanca ne ew e ku AKP'ê ji hikûmetiyê derxin, aramanc ew e ku AKP'ê hilweşînin."

'Navnîşana me HDP'ê ye '

Berdevka Mala Gelan Dîlşat Aktaş jî destnîşan kir ku dê hikûmeta AKP'ê heya hilbijartinê polîtîkayên xwe yên şer berdewam bike. Dîlşat anî ziman ku AKP'ê ji bo desthilatdariya xwe winda neke dê hemû tişt bike û wiha axivî: "Desthîlatdara AKP'ê vîna gel tune hesap dike û li hember biryara KCK'ê ya bêçalakiyê şerekî qirêj dide meşandin. Gel şer naxwaze lê hikûmet li ser vî şer dide meşandin û dixwaze desthilatdariya xwe geştir bike. Jiyanek gelek kin li pêşiya me ye û em destûrê nadin ku vê jiyana xwe ya dibin zilma AKP'ê de bijîn. Ji ber vê yekê em ê heya dawiyê aligirên aştî û demokrasî xwazan bin. Lewra navnîşana me HDP'ê ye. Em banga li her kesî dikin ku bila 1'ê Mijdarê de bibin yek."

(ho/rc)