Tugba Hezer: Jin sembola aştiyê ye

09:53

Hulya Okalîn-Nîşmiye Gûler/JINHA

WAN - Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer pêvajoya hilbijartina ku dê di 1'ê Mijdarê de pêk bê nirxand. Tugba diyar kir ku divê pêvajoyê de reng û rola jinê pir giring e û wiha axivî: "Jin ji dîrokê heya niha her tim wek sembola aştiyê tên pênasekirin. Ji ber HDP ji bo aştiyê di nav tevgerê deyê, divê hilbijartinê de rola jinê pir giring e."

Hilbijartina ku di 7'ê Hezîranê de li tavahiya Bakurê Kudistanê û Tirkiyê hat li darxistin Partiya Demokratîk a Gelan ji sedî 13 bi ser ket û 80 parlenteran şand meclîsê. Pîştî ku di meclîsê de hikûmet nehat avakirin biryara hilbijartina zû hat standin. Hilbijartina ku dê di 1'ê Mijdarê de pêk bê tenê çend rojên jimartî man û hemû partiyên siyasî ketin nav liv û tevgerê.

Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer pêvajoya hilbijartinê ji ajansa JINHA'yê re nirxand û diyar kir ku hilbijartina çend roj jê re manê hilbijartinek dîrokiyê. Tugba destnîşan kir ku serkeftiya HDP ji bo demokrasiya Kurdistan û Tirkiyê pir girîng e û wek qazidê aştiyê gelek giringiyê didin vê hilbijaritnê. Tugba wiha dirêjî da axatina xwe: "Ev hilbijartin ji bo me pir girîng e. Em dikarin bêjin hebûn û tune bûna me ye. HDP'ê dengê aştî û demokrasiyê ye. Li ji ber hikûmeta AKP bi her awayî êrîşî HDP'ê dike. HDP'ê ne tenê partiya kurdan e, di heman demê de hemû reng , ol û mezheben di nava xwe de xwedî dike û bivê rengê dikeve meclîsê û mafê wan diparêze. Lewra partiya HDP'ê rastî gelek gef û êrîşan tê. Li aliyekî din jî dê bi destê HDP'ê deshîlatdariya AKP'ê bê hilweşandin û demokrasî di şuna desthîlatdariyê bê çikandin. Ji ber vê yekê em gelek giringî didin vê hilbijaritinê."

'Em tenê qala girîngiya hilbijartinê radighînin gel'

Tugba di berdewaniya axaftina xwe de li ser xebatên hilbijartinê jî ev tişt got: "Em bi baweriyekî bêhempa xebatên xwe didin meşandin. Em bi rojan e ku bi xebatên xwe bi ruhê hilbijartina 7'ê Hezîranê didin meşandin. Em mal bi mal digerin û xwe digihin gelê xwe. Em tenê qala giringiya vê hilbijaritinê radigihinin gel. Êdî welatî jî baş dizanin ku welat ber bi qaosê vê diçe û ji bo nebin parçeyeka vê aloziyê ji bo aştiyê piştgiriya xwe didin nişandan. Divê çarçoveyê de em jî dibinin ku em di rêya rast dene û lez didin kar û xebatên xwe. Dibe ku gel niha ne di farqa vê giringiyê de bin. Lê em baş dizanin ku dê gel demek nêz de bibinin û dê her kes berê xwe bide HDP'ê."

'Jin rêveberiya aştiyê dikin'

Tugba li ser rola jinê ya di hilbijartinê de rawestiya û ev tişt anî ziman: "Di serkeftiya hilbijartina 7'ê Hezîranê de rola jinê gelek mezin bû. Eger ku îro me 80 parlameteran şandibe meclîsê bi saya hewldan û xebatên jinê ye. Jin ligel hemû zordariyan li qadan bûn û bidil û cand dixebitiyan. Jin bi beweriyek mezin bi şev û roj dixebitin. Di vê hilbijartinê de dîsa jin li ser kar in û bi şev û roj bi me re dixebitin . Jin ne tenê ji bo serkeftiya HDP'ê diheman demê de rêveberiya aştiyê jî dikin. Jin sembola aştiyê ne. Çawa ku di biserketina Kobanê de rola jinê mezin bû, disa di hilbijartina ku dê li bakûrê Kurdistanê pêk bê jî rola jinê mezin e. Jinan li Kobanê di şer de pêşengî kirin dê di şerê hilbijartinê de jî li Bakur pêşeng bin.

'Rê nedin metingeriyê û xwedî li jiyana xwe ya azad derkevin'

Tugba di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku bila rê li metingerî û desthilatdariyê bigirin û bila bi her awayî xwedî li aştiyê derkevin.

(rc)