Jinên Mêrdînê: Eger me dengê xwe bidin wan ew ê mirin bidomin

09:17

JINHA

MÊRDÎN - Jinên Mêrdinê ên ku dibêjin "Me tercîha deng dayînê kiriye, ji bo kesên ku bi kuştinan dixwazin deng bigrin cih ji wan re li vir nîne" diyar kirin ku ew ê wek hilbijartina 7'ê Hezîranê dê di 1'ê Mijdarê de jî dengê xwe bidin ê HD'ê.

Ji hilbijartina 1'ê Mijdarê re tenê rojek ma. Jinên Mêrdîn ên ku xebatê hilbijartinê bi dawî kirin gotin: "Me tercîha xwe kiriye, kesên ku gumanên wan hebûn me wan jî da îqna kirin." Jinan destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê bi encama hilbijartina 7'ê Hezîranê re welat veguherand gola xwînê û gotin ew ê di 1'ê Mijdarê de vîna gelê Mêrdînê danin holê.

Şûkran Dînç (53) diyar kir ku ên ku dengê xwe bidin AKP'ê dê tê wateya piştgirî dayîna mirinê Kurdaye û wiha got: "Bi trîlyonan pere bidin me jî em ê dengê xwe nedin AKP'ê. Em çawan dengê xwe bidin ên ku me dikujin, zilmê li me dikin û tehmûla hebûna me nekin. AKP'ê bi salane li ser navê oldariyê siyasetê kir û hewlda deng ji gel bistîne. Êdî polîtîkayê AKP'ê a oldariyê kêr nayê. Ji ber vê yekê partiyên muhalîf wek dijminê oldariyê bi navkir. Bila êdî di polîtîkayên xwe ên qirêj de îsrar nekin rûyê wan a rastiyê derket holê. Me tercîha xwe ji mêjde kiriye. Ên ku bi kuştinan dixwazin deng bistînin cih ji wan re nîne li vir. Ji kujeran me di 7'ê Hezîranê de hesap xwest û di 1'ê Mijdarê de jî em ê vê daxwazê dubare bikin."

Ayten Dag (42) jî got: "Êdî em aştî û aramiyê li vî welatî dixwazin. Bila dawî li mirin û girtinan bê. Em jî xwedî vî axîne û mafê jiyanê ne. Divê Parlementerên me jî di meclîsê de baş parastina gel bikin. AKP'ê a ku dervî xwe kes napejrîne êrîşê gel dike. Dewlet çi dike bila bike, di 1'ê Mijdarê de gel dê biçe ser sendoqan û dengê xwe bide HDP'ê. Em ê HDP'ê bişînin meclîsê û çand û zimanê xwe bidomînin. Em ê destûr nedin ku HDP'ê wenda bike. 1'ê Mijdarê dê serkeftina Kurdan li her derî deng vede."

Hevseroka DBP'a Bajêr Perîhan Agaoglu anî ziman ku li Mêrdînê hemû gelên ji netewên cuda xwe amede kirine li dora HDP'ê bicivin û got dawiya AKP'ê êdî tê. Perîhan komkujiya Amed, Pîrsûs, Cizîr û Enqerê bi bîr xist û diyar kir ku gel êdî ji bo hesap pirsînê ketiye tevgerê û wiha pêde çû: "Îro li hember vîna gelê Kurdistanê êrîş pêk tên. Li hemû herêm tax û kolanên Kurdistanê dewlet cardin xwest vê polîtîkayê bixe dewrê. Bersivê dijminê gelan di 7'ê Hezîranê de hat dayîn û bersiva herî mezin jî dê di 1'ê Mijdarê de were dayîn. Polîtikayên wan ê di şer de îsrar dike dê vala bê derxistin."
(rc)