Leyla Agirî: Dem dema şoreşa gelane

13:39

Hesret Amed/JINHA

BEHDÎNAN - Endama Konseya Komala Jinên Kurdistan (KJK) ê Leyla Agirî tevlî bernameya Rojeva Jin bû û girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê nirxand û got: "Kobanê li derdora xwe eniyên gelan avakir, ji bo nirxên azadî û wekheviyê mesaja wê da. Dem dema şoreşa gelan e. Raste rengê şoreşan hatine guhartin lê berxwedaniyek her tim pêwîst e. Berxwedaniya Kobanê gaveke dîrokî bû, bi berxwedaniya xwe mesajek ji bo cîhanê da."

Li Bakûrê Kurdistan'ê şerekî pir dijwar diqewime, gelê Kurd li her derî di nava berxwedaniyekê de ye. Li navçeya Amedê Sûr, Farqîn dîsa Gever, Şengal û di heman demê de li Qadên Parastina Medya berxwedaniyek tê meşandin. Derbarê pêvajoyê û girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê de Endama Konseya Komala Jinên Kurdistan (KJK) ê Leyla Agirî beşdarî bernameya Rojeva Jin bû û nirxandinên giring kir. Leyla Agirî wiha axivî: "Encamên 7'ê Hezêranê rast şîrovekirin û derxistina holê girînge. Piştî hilbijartinan çima konseptekî şer derket, dewleta AKP'ê dixwest çi bike, encamên van koseneptan çi ne û ji bo ev konsept di pêşerojê de vala derbikeve pêwîste çi were kirin?"

Leyla wiha berdewam kir: "Ev ji bo me jî girînge, ji bo gelekî têkoşer pir girînge ku rast were fêmkirin. Ev 13 sale di iktîdara AKP'ê de konsepta dewleta tirk heye, bi konsepteke ji nû de li hemberî derfetên têkoşîna azadiyê ev nêzî 40 sale têkoşînekî dike. Ji sala 99'an û şûnde bi pêngava siyemîn ve girêdayî girêdana bi Rêber APO re û guhartinek di sîstemê de hate çêkirin. Ev paradîgma guhartin ji bo ku tevgera azadî bersivekî di sed sala 21'an de bide, hêz û çareseriyekê derxîne holê û pêşkêşiy vê civakê bike zemîn û derfeteke pir mezin da çêkirin. Ev hemû derfet û encamên bi têkoşîna azadiyê re girêdayî di aliyê civakî de gihiştiye astekê. Rêbertî ji bo çareseriyek demokratîk di nav gel de ev zemîn were avakirin kedeke pir mezin da. Heya 99'an ev hatiye berdewam kirin her gavên ku hat avêtin, ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê me ne dîtîye dewletê tu gav avêtiye li beramberî wê ji bo desthilatdariya xwe xurtitir bike bişaftin û dagirkeriya xwe esas girtiye."

'Polîtîkaya bişaftinê pêşxistin'

Leyla balkişand ser polîtîkaya bişaftinê ya demdirêj berdewam dike û wiha domand: ''Ev 13 salin dewletê dixwast di Kurdistanê de konsepteke bişaftinê ya nû çêbike, ev derfetên ku di milê zanebûn û civakbûnê de hatine avakirin di bin navê ilmê Islamî de biçûkdike û vala derdixe û li gor xwe şekil didê. Konsepta AKP'ê konsepta şerê taybet bû, ev şerê taybet di cîhanê de heya cihekî encam girt. Erdoğan di 2005'an de dema hate Amedê got 'Pirsgirêka Kurd pirsgirêka mine û ez ê çareser bikim' ev polîtîka dewletê bû. Polîtîka dewletê di wê demê de pir sînsî berdewam dikir, di bin navê çareser kirinê de bi rengekî sînsî xwest bixe bin venêrîna xwe. Bi vê polîtîkayê xwestin Kurdên xwe avabikin. Şerê taybet di milê bîrdozî, çandî, siyasî, aborî de û bi taybet di milê şekil girtina malbatê de xwestin sazîbûnekê bide avakirin. Di encamê dê ev jî işgalkirineke şerê taybet li ser Kurdistanê bû. Li Bakûrê Kurdistanê di asta ku gelê me gihiştiyê de perspektîfên bi netewa demokratîk re girêdayî di nêrînên xwe de esas digre. Ev têkoşîna gelê me ku gelê tirk hişyar bike ji bo bi rastî yekîtiya gelan çêbibe. Di 7'ê Hezêranê de li Tukiyê ev derkete pêş û ji Erdogan re gotin ''Êdî tu nema dikarê me bixapînê.''

'Beriya hilbijartina 7'ê Hezîranê AKP'ê pilana şer amade kiribû'

Leyla wiha dom kir: "Di van pêvajoyên nû de diyaloqên Rêbertî dest pê kiribû gihiştibû wê astê ku li ser masê were rûnişkandin û her du mil hevpeymanên xwe diyar bikin. Li hemberî wê hate qutkirin dewletê xwest ku di vê demê de encam bigire, lê Rêbertî ev polîtîka vala derxist. Dewletê beriya 7'ê Hezêran'ê amedekariyên xwe kiribû, ji ber ku di ragihandinê de jî ev diyar bû û li ser hate nirxandin. Di civîna ewlekariyê de li ser hate nîqaşkirin û biryar hatin girtin ku gerek HDP bê bandor bibe û hin endamên HDP'ê werin girtin da ku şerek Qadên Parestina Medya were dest pê kirin. Encamên wê di qetîlama Amed û Pirsûsê de hatin dîtin. Dewletê biryara wê girtibû encamên wê di qetilama Enqerê de me dît. Em nikarin bêjin ku bi encamên 7'ê Hezêranê re dewletê biryara şer girt, ji xwe berya wê biryar hatibû girtin, lê piştî hilbijartina xwirtir, berfereh û radîkal kirin. Di 7'ê Hezêranê de gelê tirk di şexsê gelê Kurd de wiha got, 'em ji rejîma desthilat, olîgarşî û dîktatoriya dewletê re dibêjin bisekine.' Bi navê çareseriya jin û gelan li derdora HDP'ê kom bûn. Bi rastî jî HDP ji bo gelan bû hêviyek. Bê guman li ser pêvajoyê bandor kir.

Serkeftina HDP'ê di şexsê gelê me ê berxwedêr de pêşket. HDP hêzeke çareseriyê derxiste holê. Di şexsê hikûmeta AKP'ê de dewletê ev serkeftina HDP'ê hezim nekir. Dewletê pêşketinên tevgera Kurd qebûlnekir, PKK'ê di Rojhilatanavîn de dengek veda û ev nêrîn guhart. Eger ku dewlet van encama baş di milê xwe de binirxîne wê karibe xwe ji vê navberê de mayinê rizgar bike û çareseriyekê di nav gelan de jî çêbike."

'Gelê me dewletê baş dinase'

Leyla ji bo qirkirinên li Kurdistanê dikin jî wiha got: "Qetilama Amedê ji bo me sinyalek bû, dewletê bi van qetîlma cardin rastiya xwe derxiste holê. Ev 40 sale tevgera me têkoşînekê dide meşandin, hêz bawerî, îrada gelan û civakê derdixe pêş; da ku karibin xwe bi xwe bi rêve bibin. Di tevahî cîhanê de civak karibe xwe bi rêxistin bike, ev mafekî meşrû yê her zindiyekê ye. Li hemberî wê dewleta êrîşkar û civak bi navê terorê teşîrkir. Di Cizrê de jî me dît ku dewletê ne jin, zarok, ciwan û kal nasnedikir, gelê me divê xalê de pir qayim e û dîroka dewletê baş dinase ji ber wê qet êşên xwe ji bîra nake.

Çi tiştên civakê diyar hebin dewlet êrîşî wan dike, nasname, îrade û heta di êrîşan de canê mirovan parçe dikin. Di welatek zarok têde werin qetilkirin de mirov nikare behsa demokrasiye bike. Ji ber ku li wê derê faşîzim, dîktatorî û qetîlam heye. Di Cizîr de me dît Dayîka Cemîle derfet nedît keça xwe ya 15 salî ya hatî qetilkirin veşêre. Dema ku mijar dibe pirsgirêka gelê Kurd dewlet cardin rûyê xwe ê rastî derdixe holê, cardin êrîşên xwe li ser gel zêde dike. Dewlet dibêje; 'Yan tu dê Kurdê min ê bê nasneme jiyanbikî, yan jî ez nahêlim tu Kurdekî azad bî û tu bi nasnema xwe jiyanbikê.' Dewlet di van êrîşên xwe de wiha dibêbe; 'Kurdekî ku nasnama xwe esas bigire ez mirinê ji wan re feriz dikim' û ev di bûyera Enqerê de derkete holê. Zarokên di nava têkoşînê de canê xwe dane dewletê bi rengekî hovane êrîşê mezelên şehîdan dike û bombebaran dike. Gel tu carî di milê bedel dayînê de gav paşde nekişandiye. Ev jî dema ku dayîkan li ser mezelê zarokên xwe dane diyarkirin me hemiyan bi çavê xwe dît. Dema ku gel van êrîşên dewletê dibîne hîn, hêrs û nefreta wan zêde dibe."

'Dem dema şoreşa gelane'

Leyla wiha pêde çu: "Em weke jin serkeftina Kobanê ji bo me pir girîng bû. Şerê li Kobanê tê jiyankirin şerekî hegemonîk e. Kobanê li derdora xwe eniyên gelan avakirin, ji bo nirxên azadî û wekheviyê mesaja wê da. Dem dema şoreşa gelan e, raste rengê şoreşan hatine guhartin lê berxwedaniyek her tim pêwîst e. Berxwedaniya Kobanê gaveke dîrokî bû, bi berxwedaniya xwe mesajek ji bo cîhanê da. Rihê berxwedaniya Kobanê ne tenê ji bo kurda bû, di heman demê de ji bo hemû hêzên çepger û kesîmên azadî xwaz bû. Di berxwedaniya Kobanê de hate diyarkirin ku ruhê têkoşîn û berxwedanê her tim pêwîst e. Niha şerekî li hemberî koçbertiyê li her çar parçê Kurdistanê heye, bi van koçberiyan ê ku herî zerar jê dibinin jin û zarokin."

(zt)