Jinên Ciwan ji bo nû kirina hafizê 'Vana gotibûn'
15:16
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Ciwan ê Azad (OGK)'ê ji ser hesaba xwe ya medya civakî gotinên parlamenterê AKP'ê, wezîr û hunermendên alîgirê îqtîdara AKP'ê û gotinên rojnamevanan ên zayendî bi bîrxistin.
Jinên Ciwan ê Azad (OGK)'ê albûma dîtbarî "Vana gotibûn!" amade kirin û li ser hesaba xwe ya medya civakî weşandin.
Albûma hatiye amade kirin de ên ku cih digrin wiha ne:
*Parlementerê AKP'ê Ayhan Sefer Ûstûn: Tecevizkar, kesên ku kûrtaj ê dikin ji tecavizkaran bêhtir bêsûce.
*Stranbêj Nîhat Dogan: Eger hûn etekê kin li xwe bikin xwe tazî bikin, dema jin werin tecavizkirin bila nebe kar kara wan.
*Serokkomar Recep Tayîp Erdogan: Dema tenê bihêlin yan wê biçe ba defvan an jî wê biçe ba zirneciyan.
*Nivîskarê Rojnama Yenî Şafak ê Yûsûf Kaplan: Ne proje ya Erasmus , proje ya Orgasmusê.
*Şîrovegerê Fitbolê Ahmet Çakar: Jin nexwazin kes nikare wan tecaviz bike.
*Wezîrê berê ya Parastina Netewî Vecdî Gonûl: Jinên Tirk xemla mal ê ye.
*Omer Tûgrûl Înançer: Gerîna jinên ducanî li kolanan bê terbiyebûne.
*Serokê Vakfa Civaka Raçink Nûredîn Yildiz: Jin dema xebat tercih dike, xwe ji fihûşê re amade dike.
*Wezîrê berê ya Tanduristi yê Recep Akdag: Kesê hemberî tecavizê hatibe bila zarok bîne dinê.
*Nivîskara Rojnama Mîlliyetê Meral Tamer: Ji jinê şort li xwe dikin aciz dibim.
*Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek: Ji ber jin li kar digerin bêkarbûn zêde ye
*Wezîrê Daristaniyê Weysel Eroglû: Karê mal têr nake?
*Wezîra berê ya Malbat û Polîtîkaya Civakê Fatma Şahîn: Dijî jinê şîdet di hişmendî da cûdabûyîne.
*Endamên Meclîsa Navenda AKP'ê: Dema jin dixweynin, mêr jin nabînin ku bizevcin.
(ha/rc)