Deng danê despêkir

09:22

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Deng danê despêkir, li Kurdistan û Rojhilatê Deriya Reş saet di 16.00'an li bajarên rojavayê Tirkiyê jî di saet 17.00'an de bidawî dibe. Dê encamên hilbijartinan jî piştî saet 21.00'an û şon de diyar bibin.

Ji bo dema 26'emîn a parlementoyê diyarkirinê gelê li Tirkiyê diçe ser sindoqan. Ji ber ku 1'ê Mijdarê hilbijartina pêşwexte ji bo wê jî 54 milyon 49 hezar û 940 dengdêr hene. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de rêjeya çuna ser sindoqan ji sedî 83.92 bû, di 1'ê Mijdarê de jî ev hijmar hîn zêdetir tê hêvîkirin. Li aliyê dinê ji derve jî beşdariya hilbijartinê di 7'ê Hezîranê de 42,3 li gorî wê di 1'ê Mijdarê de ji sedî 5,47 zêdebûn heye.

Li aliyê Kurdistan û Rojhilatê Deriya Reş bi giştî li 32 navendan hilbijartin ji 07.00'an despêdike û heya saet 16.00'an berdewam dike. Li navendên aliyê Tirkiyê de jî ji serê sibê saet 08.00'an welatî diherikin ser sindoqan heya 17.00'an berdewam dike.

Ji derveyî welat deng dan qediyaye, lê li gumrikan heya saet 17.00'an deng dan berdewam dike.

Ji bo roja hilbijartinê qedexe jî despêkirine. Ji saet 06.00'an de qedexeyên weke "divê tiştên vexwarinê yên weke alkolê neyên firotin", "cihên reqs û kêfxweşiyê bên girtin" û "ji derveyî polîsan kes çek ji derve ne hilgirin" heta 24 saetan dê ev qedexe berdewam bike.

Radyo û hemû organên weşanê divê heya saet 18.00'an ti nûçe û şîroveyên ser encamên dengan nekin. Organên weşanê di nava saet 18.00-21.00'an li gorî encamên YSK bide dê agahî ji encamên hilbijartinê bên girtin.


(zt)