Dayîka Cemile Çagirga ji bo keça xwe deng da

10:50

JINHA

ŞİRNEX - Di saetên serê sibê de jinên Cizîrê herikîn ser sindoqan. Dayîka Cemile Çagirga ya ku di 9 rojên dorpêça Cizîrê de hatî qetilkirin Emine Çagirga ya dengê xwe da û hêviyên xwe yên ji bo aştî û azadiyê anî ziman.

Li navçeya Cizîra Şirnexê di saetên serê sibê de gel herikîn ser sindoqan. Jin ji bo daketina ser sindoqan ketin seferberiyê. Jinên ser sindoqan û jinên tên dengê xwe didin hemû ji bo deng danê alîkariyê didin, du jin ketine bin milê berastengekê û dibin ser sindoqê.

Di saetên serê sibê de dayîka Cemile Çagirga ya ku di 9 rojên dorpêça Cizîrê de hatî qetilkirin Emine Çagirga dengê xwe da. Emine bilêv kir ku wê ji bo keça xwe Cemile ya hatî qetilkirin dengê xwe daye û daxwazên xwe yên ji bo aştî û azadiyê bilêv kir.

(zt)