Figen Yuksekdag: Bila carekdin ji bo aştiyê pêdivî bi îsrarê neke

11:22

JINHA

WAN - Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag li Wanê dengê xwe da û diyar kir ku hilbijartina 1'ê Mijdarê bi zorê ser wan dan sepandin û wiha got: "Ez hêvîdarim ku ji bo aştiyê carekdinê pêdivî bi înatê nebe."

Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag li Wanê dengê xwe da. Figen li dibistana Taxa Marmit ya navçeya Tuşbayê dema ku çu dengê xwe bide di deriyê dibistanê de ji aliyê jinan ve hat pêşewazîkirin. Figen jin yek bi yek hembêz kir û çu dengê xwe bikar anî. Piştî dengdanê Figen ji bo aştî û demokrasiyê axaftinek kin kir. Figen destnîşan kir ku hilbijartina 1'ê Mijdarê ser wan sepandine û wiha domand: "Li hemberî yên ev hilbijartin ser me sepandine, em ji gelê xwe dixwazin ku dengê xwe di aliyê aştî û demokrasiyê de bixebitînin. Me rojên gelek giran jiyan kirin. Di nava şer, mirin û tindiyê de me xebatên xwe berdewam kirin. Ez hêvîdarim ku êdî hilbijartinên ji aliyê gel ve tên kirin ji aliyê vê deshilatiyê ve neyên hilweşandin."

'Divê vîna hilbijêran tine ne hesibînin'

Figen bilêv kir ku dê di 1'ê Mijdarê de bersivek bihêz derkeve holê û wiha dom kir: "Li Wanê gel dibin tindiyan de vîna xwe diparêzin. Ez bawerim dê îro dengê xwe ji bo aştî û demokrasiyê bixebitînin. Ez hêvîdarim ku carekdin ji bo aştiyê înat nekin. Dema ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê tine nehatinaba hesibandin, dê gelê me di rêya aştiyê de pêşde çubana. Îro 1'ê Mijdarê rê hatiye rewşek hîn zortir. Piştî 1'ê Mijdarê bila rêya me vekirî be. Bila êdî êş, rondikên çavan, zilim û bi zorê dengê mirovan guherîn li Tirkiyê nebe. Mirov ji bo vê ketin hilbijartinê û hêvîdarim ku emê serkevin."

(zt)