Wesayîtên bê plaqe û tîmên bi rûpoş ser sendoqanin!
11:53
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Surê tîmên taybet ên rûpoş li dibistanan bi cih dibin. Weke hilbijartina 7'ê Hezîranê wesayîtên zirxî ên bê plaqe di baxçeyê dibistanên ku lê sendoq hatine dayîn bi cih bûn. Li navçeya Patnosê ya Agiriyê polîsên ku gotin ji aliyê walîtiyê ve hatine peywirdarkirin û li ser sindoqan disekinin, bi zorê daxwaznameyên "daxwaza parazvan" bi zorê bi serokên sindoqan ve didin îmzekirin. Li Bedlîsê jî li ser hin sindogan leşker û cerdevan hatine bicihkirin û li Geverê jî ceryan hatin birîn. Tê îdîa kirin ku li Erdîşê jî gundên ku HDP'ê xwe bi rêxistin kiriye ji aliyê polîs û jandarmayan ve bi wesayîtên zirxî û alên Tirka bi aweyek konvoyê gundiyan tacîz dikin.
Polîs li navçeya Patnosê ya Agiriyê li ser hin sindoqan disekinin û bi zorê daxwaznameyên "daxwaza parazvan" bi serokên sindoqan hewl didin bidin îmzekirin. Polîs ji serokên sindoqan re dibêjin ku bi fermana walîtiyê ve hatine peywirdarkirin û bi gotina "heke van daxwaznameyan îmze nekin em nikarin ewlehiya we pêk bînin" gefan dixwin. Li aliyê di li navenda Agirî, Zêdkan û Bazîdê jî li ser hin sindoqan polîs hatin bicihkirin. Polîsên ku li Bazîdê li ser sindoqan disekinin jî navên welatiyan cardin dinivîsînin. Têkîldarî pirsgirêkan rêveberên HDP'ê bi Dadgeriya Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê re hevdîtinê pêk tînin.
Leşker û cerdevan li dibistanê ne!
Heyeta ji 20 kesan pêk tê ya ji bo çavdêriya hilbijartinê hatine Bedlîsê ji bo ku bikaribe hilbijartinê bişopîne bûn kom û çûn navçeyên Bedlîsê. Dîsa ji bo şopandina hilbijartinê jî ji aliyê ÎHD a Bedlîsê ve 105 kes hatin peywirdarkirin. Hin sindoqên ku ji bo dengan birin gundan jî serê sibehê saet di 04.00'an de bi helîkopteran ve birin gundan û li bajar û navçeyan sekna polîsan a bi çekên luledirêj jî bal kişand. Ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Xîzanê ligel biryara YSK'ê di 8-12'ê cotmehê de ji ber ku biryara birina sindoqên 10 gund û mezrayan girtibû û ji bo ku pirsgirêka rê ya welatiyên ku diçin deng bi kar bînin ji holê bê rakirin Rêxistina HDP'ê ya Xîzanê wesayît eyar kir. Hate hinbûn ku li bajaroka Pirxus û gundê Tepewangê yên Xelatê jî li dibistanên ku sindoq hatine danîn leşker û cerdevan bi çekên liledirêj disekinin.
Li Geverê ceyran hatin qut kirin!
Li gundê Helevîs ê Gevera Colemêrgê Fermandarê Cendirmeyan a ku ji bo dengdayînê hate dibistana gund bi îdaya ku fermana Walîtiya Colemêrgê heye lîsteya hilbijêran girt. Nehat fêmkirin û ev pêkanîn çima hatiye kirin û li gundên bi ser bajaroka Bajirgêhê jî serê sibehe ceryan hatin qutkirin.
Li Erdîşê tacîza bi alê Tirkiyê
Li navçeya Erdîşa Wanê jî gundên ku HDP'ê xwe bi rêxistin kirî û xebat daye meşandin tê îdîa kirin ku ji aliyê polîs û jandarmayan ve bi dehan wesayîtên zirxî bi aweyek konvoyê gel tacîz dikin. Li gorî agahiyên herêmî tacîzê ku ji saetên şevê despêkiriye li gundê Soskînê şevê din konvoya ku ji wesayîtên zirxî pêk hatî alê Tirkan hildane û li gund geriyan e.
AKP'yî li Semsûrê beramberî rayê gel pere belav kirin
Li navçeya Serê Golana Semsûrê dîmenên ku AKP'ê li beramberî dengê gel pera belav dike derket holê. Hat destnîşan kirin ku Serokê Navçeya Serê Golanê a AKP'ê Nizamî Yancar û rêveberê navçê Mehmet Yucel di buroya hilbijartinê de maseyê ku ji bo hilbijartinê danîne pere li welatiyan bela virine. Li gorî gotinên ku di dîmenê de dertên holê û kesê ku lîsteyê nav li digre û pere balv dike wiha dibêje, "Dengek zêde hûnê bînin." Her wiha ji kesên ku dengê xwe firotine, navnîşanê firotina deng nîşan dike.
Li Stenbolê qedexeya hilbijartinê guhdar nekirin
AKP'ê a ku qedexeya hilbijartinê nasnake di roja hilbijartinê de jî dest bi propagandayê kir. Li Meydana Taksîmê a Stenbolê li ser avahiyek wêneyê Serokwezîr Ahmet Davutoglu û panqarta ku li ser nivîsê "Biryarê te yê dawî bi xêr be" daliqandî maye. Di heman demê de panqarta ku li ser nivîsa "Ez û tu tune ye Tirkiyê heye" daliqandine.
Li Surê tîmên taybet ên rûpoş û wesayîtên bê plaqe dîsa di tevgerê de ne
Li beramberî hemû astengiyan welatî li navçeya Surê diçin ser sendoqan. Hat zanîn ku polîsên tîmên taybet ên rûpoş li dibistanan digerin. Di hilbijartina giştî a 2015'an de ya li Tirkiyê bi milyonan welatî çûn ser sendoqan lê li herêmê Kurdistanê îhlalê maf tê kirin. Li navçeya Sûrê ku di dema qedexeya derketina derve de herî zêdê êrîş pêk hatin li dibistanên ku welatî deng bi kar bînin tîmên taybet ên bi rûpoş hatin bicihkirin. Li gorî ku Parlamentera HDP'ê Feleknas Uca agahî daye, li dibistanên Yavuz Selîm, Suleyman Nazîf, Cemal Yilmaz Alparslan û Mardînkapi yên Sûrê tîmên taybet ên ku bi wesayîtên zirxî ve hatin li baxçeyên dibistanan digerin. Her wiha wekî ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de pêk hatî wesayîta polîsan ên zirxî li ber dibistanan tên rawestandin.
Li Şirnexê li ber deriyê dibistanan polîs nasname qontrol dike
Li Sêrtê jî hilbijêrên danê sibehê saet di 07:00 de dest bi dayîna dengan kirin, rastî pêkanîna polîsan a li dijî qanûnê hatin. Li gelek dibistanên ku di nav de dibistanên seretayî yên Mevlana û Fatîh, Lîsteya 1 Eylun Anadolû hene, polîs bi awayekî derveyî qanûnî kaxiza hilbijêran û nasnameyên wan kontrol dikin.
(rc)