Li Wanê sindoq êmanetî jinanin

12:45

JINHA

WAN - Di saetên serê sibê de jinên Wanê bi kincên xwe yên rengîn daketin ber sindoqan û dengê siloganan bilind kirin û gotin: "Dê ji hilbijartinê daxwazên me û aştî derkeve."

Di saetên serê sibê de jinên Wanê bi kiras û fîstanên xwe yên rengîn daketin ber dibistanan ji bo parastina sindoqan. Li ber dibistanan jinan nîşana serketinê bilind kirin û duruşme qêriyan. Jinan dan zanîn ku dê 8 parlementeran derxînin. Ji jinên Wanê Makbule Cemcir destnîşan kir ku bi ketina HDP'ê ya meclisê re dê dengê aştiyê bê bihîstin û dawî li êşên li Kurdistanê tên jiyînê bê û wiha domand: "Emê di vê hilbijartinê de bi serkevin û xwîna diherike bidin sekinandin. Dema ku HDP biserkeve dê dengê me bê bihîstin."

'Em ji hilbijartinê tenê mafê xwe dixwazin'

Aze Alba jî bilêv kir ku ji hilbijartinê tenê ew mafê xwe dixwazin û wiha berdewam kir: "Piştî AKP ewqas zilim kirî divê li van deveran deng negire. Baweriya me pir zêdeye ku HDP biserkeve. Emê desturê nedin AKP li Kurdistanê derbas bibe." Perihan Genel jî got: "Bila êdî ev şer raweste. Tenê daxwaza me aştiye."

Hulya Demiragaç jî anî ziman ku tenê daxwaza wan ji hilbijartinê rawestandina xwînê ye û wiha dom kir: "Dê HDP li Kurdistanê AKP'ê paqij bike. Ez dixwazim hilbijartin bibe wesîleya aştiyê."

(zt)