Lisa Çalan dengê xwe vekirî karanî

13:54

JINHA

AMED - Sînemager Lisa Çalan a ku di êrîşên ser mitînga HDP'ê ya Amedê de her du lingên xwe windakirî li gel dayîka xwe dengê xwe vekirî bikaranîn.

Sînemager Lisa Çalan a ku di êrîşên ser mitînga HDP'ê ya Amedê de her du lingên xwe windakirî li gel dayîka xwe li dibistana navîn a Yolaltiyê ya semta Şilbe ya navçeya Yenîşehîrê dengê xwe vekirî bikaranîn. Lisa dengê xwe ji bo HDP'ê bikaranî. Lisa destnîşan kir ku wê li hemberî yên li Enqerê aştî qêriyan û jiyana xwe jidest dan baldarbûn nîşan daye hatiye dengê xwe bikaraniye û wiha domand: "Beriya sekna min a îdeolojîk min ji bo şehîdên Enqereyê dengê xwe bikaranî. Bila her kes qirkirina Enqerê li bîra xwe bîne û carekdinê deng bidin."

Dayîka Lisa Çalan Belkiza Çalan jî bilêv kir ku ji bo bidawîbûna qirkirinan û rondikên çavên dayîkan wan dengê xwe bikaraniye û wiha berdewam kir: "Bi salane dayîk digirîn, bese êdî rijandina rondikên çavan. 23 salan ji ber ku kurê min her du lingên xwe windakirin min rondik barandin, niha jî heman êşê ji bo keça xwe ya bedew dijîm. Ez sedema van qirkirinan şermezar dikim."

Belkiza bang li hemû kesên karin dengê xwe bikarbînin kir ku biçin ser sindoqan û wiha dom kir: "Amed, Pirsus û Enqerê ji bîr nekin û dengê xwe bidin."

(zt)