Li Erxeniyê jin ewlehiya sindoqan digirin

15:17

JINHA

AMED - Li hemû dibistanên navçeya Erxeniya Amedê jin ewlehiya sindoqan digirin. Ji saetên serê sibê heya niha jin li derdora dibistana nin, hinek ji wan li ser sindoqan peyîwirdarin û hinek jî li baxçê dibistanê nobetê digirin.

Ji saetên serê sibê de ji bo ku roj bi tevahî baş derbasbibe û deng bi tendurist bên jimartin jin seferber bûne. Li Kurdistanê hilbijartin dibin sîbera wesayîtên zirxî û polîsan de derbasdibe, li hemû dibistanên navçeya Erxeniya Amedê jin bi tevahî daketine derdora dibistanan û ewlehiya hilbijartinê û dengan digirin.

Li hember hemû cureyên hîleyan li Kurdistanê jin ewlehiya hilbijartinê digirin, ji serê sibê de li derdora dibistanan nobetê digirin.

(zt)