Sindoq hatin girtin jinan dest bi nobetê kirin - HATE NÛKIRIN
16:21
JINHA
AMED - Piştî ku li Kurdistanê dengdayîn bi dawî bû, jimartina dengan despêkir û jin li gelek bajaran ji bo xwedî li dengê xwe derên dest bi nobetê kirin.
Di saet 16'an de dengdan qediya. Li navçeya Bismîla Amedê jinan li hemberî diziya dengan li baxçê dibistanan dest bi nobetê kirin. Jinan diyarkirin ku ji bo xwedîderketina li dengê xwe ew di nobetê de ne û gotin: "Kes nikarin dengê me bidizin."
Welatiyên taxa Baglara Êlihê yê ku di berê de rêveberiya xwe ya xweser îlan kirin îro çûn ser sindoqan û dengê xwe bikar anîn. Welatiyên taxê yên ku ligel cihguhrandina sîndoqan di seatên serê sibê çûn dibistana ku dengê xwe lê bikartînin û dengên dan partiya ku nêzî xwe dibinîn. Bi hezaran welatiyên ku dengên xwe bi kar anîn ji bo parastina dengê xwe li ber dibistanê man û nobetê girtin. Jinên taxa Baglarê jî pîştî rawestandina bikar anîna dengên li ser Dibistana Selçûkiyê ketin nobetê û xwedî li vîna xwe derketin. Jinên ku ji bo parastina dengên dest bi nobetê kirin dê heya dawiyê hijmartiya dengan nobeta xwe berdewam bikin.
(ho-za/rc/zt)