'Meclîs ji sedî 87 ji mêran pêkhatin kêmaniyek mezine'

10:04

JINHA

ENQERE - Seroka Şaxa Komeleya Piştgiri ya Berendamên Jin a Enqerê Hatîce Kapûsûz anî ziman ku encama hilbijartinê ji pêvajo yê serbixwe nayê nirxandin û meclîsê de nûnerti ya jin kêm bûye ev jî kêmasîkî mezin derdixe holê.

Di 7'ê Hezîranê de hejmara parlementerê jin 98 bû lê belê di hilbijartina 1'ê Mijdarê de kete 77'an. Di meclîsê de bi giştî hejmara parlementeran 550 ye lê belê parlementerên jin ji sedî 14 ye. Ji AKP'ê 31, ji CHP'ê 17, ji HDP'ê 25 û ji MHP'ê 4 jin di meclîsê de cîh digre.

Seroka Şaxa Komeleya Piştgiriya Berendamên Jin a Enqerê Hatîce Kapûsûz hilbijartina 1'ê Mijdarê û nûnertiya jinan a di meclîsê de ji JINHA yê re nirxand.

'Ji ber kêmbûna parlementerên jin û kêmbûna nûneriya jinan dê li bajaran gelek bandor bike'

Hatîce Kapûsûz diyar kir ku ji 7'ê Hezîranê heya 1'ê Mijdarê wekhêvî û jin tekoşînê wenda kir û wiha dom kir; "Encama hilbijartinê ji pêvajo yê serbixwe nayê nirxandin û di meclîsê de nûnerti ya jin kêm bûye ev jî kêmasîkî mezin derxe holê."

Hatîce bal kişand ser pirsgirêkên li Tirkîyê û bilêv kir ku organa qanûndanînê ji sedî 87 ji mêran pêk tê û ev jî kêmasîkî mezin derxe dixe holê û wiha got: "Tenê li 46 bajaran hebûna parlementerên jin kêmaniyek mezine û ev rewş dê di nûnertiya bajaran kirinê de bandor bike. Dîsan partiya yekem domînasyona AKP jinên parlementer bi partiyên din re bi hevre kar û têkiliyê qût bike. Li vê derê mijarên herî girîng di heynakî din de jin bi karekî hevpar pêş bixin."

(ha/zt)