Nursel Aydogan: Piştî 35 salan cardin polîtîkaya tirsê ser gel disepînin
10:23
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan got: "AKP gelên Tirkiyê baş dahorandiye ku piştî 35 salan carekdinê polîtîkaya 12'ê Îlonê ser gel dide sepandin û biserdikeve. Ji bo wê jî divê em gelên Tirkiyê birêxistin bikin û berbi pêş bibin."
Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê li Tirkiye û Kurdistanê hatin kirin de HDP dibin tindî û êrîşan de bi 59 parlementeran diçe meclisê. Li gelek deverên Kurdistanê li gel astengiyan jî welatî çun ser sindoqan û dengê xwe bikaranîn. Polîtîkaya tirsê ya ku di salên 1980'an de Kenan Evren bikaraniyî vêcarê jî Serokomar û AKP'ê carekdinê heman polîtîka bikaranîn. AKP ya ku ji polîtîkaya tirsê sud dîtî li gelek deveran li himber hilbijartinê bêmafî xist meriyetê. Bi tayîbetî jî hîna YSK yê ji sedî 20 deng diyar nekirî ajansên AA û Cihan dest bi polîtîkaya spekulasyonê kirin û malpera YSK ya şopandina hilbijêran asteng kirin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan hilbijartina 1'ê Mijdarê nirxand.
'Ji ber ku me polîtîkaya AKP'ê deşifre nekir em rexnedana xwe didin'
Nursel bilêv kir ku AKP polîtîkaya xwe ser aborî û tirsê dide meşandin û wiha domand: "Di vê hilbijartinê de qeyîran çêkirin, qetluam kirin, aborî serobin kirin û ketin deshilatiyê. Li gel êrîşên AKP'ê derbaskirina bendê serketine. Emê runin kêmaniyên xwe binirxînin. Ji ber ku me li hember gelên Tirkiyê polîtîkaya AKP'ê deşifre nekiriye emê rexnedanê bidin."
'HDP partiya dozê ye'
Nursel anî ziman ku wan li gel hemû awayên êrîşan jî xebatên xwe berdewam kirine û wiha berdewam kir: "AKP polîtîkayên tirsê yên salên 1980'an ser gel dide sepandin. Mixabin gelê Tirkiyê gelek bê rêxistine. Dewletê hêzek mezin hesab dikin û ditirsin. Ji ber wê jî ne tenê AKP kîjan partî bi polîtîkaya tirsê êrîş bike dê gav paşde bavêjin. AKP'ê ev polîtîkaya gelên Tirkiyê çareser kiriye ji ber wê polîtîkaya 12'ê Îlonê ya 35 sal berê bikartîne û ser dikeve. Ji bo wê jî divê em gelên Tirkiyê birêxistin bikin û ber bi pêş bibin."
'Emê bi jinên Tirkiyê re serkeftî bibin'
Nursel destnîşan kir ku 21 jinan di nava HDP'ê de cîh girtiye, ew bawerdikin dê 21 jin xebatên giring bikin û wiha dom kir: "Emê bi hevalên xwe yên jin re bên bahev di vê pêvajoyê de tekoşîna aştî û çareseriyê pêş bibixin. Emê di pêvajoyên piştî vê de jî xebatên giring li aliyê Tirtiyê pêşbixin ku em dengên zêde ji jinên Tirkiyê bigirin. Emê ser pirsgirêkên jinan bisekinin û ji bo çareseriyê bi serketinên HDP'ê bigihin encamê û serketinên mezin bidest bixin."
(zt)