Botanî: Gel di sindoqan de nîşandan ku dikarin xwe rêve bibin

11:00

JINHA

ŞIRNEX - Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Birlik û Aycan Îrmez diyar kirin ku di 1'ê Mijdarê de deverên rêveberiya xwe ya cewherî îlan kirine rêjeya dengên HDP'ê pir zêdene, ji bo wê jî gelê Şirnexê bersiva pêwîst dane AKP'ê û gotin: "Gel êdî bi xwe rêveberiya xwe di sindoqan de nîşan dan."

Deverên xweseriya xwe îlan kirine ji dema 7'ê Hezîranê zêdetir di 1'ê Mijdarê de dengê xwe zêde kirine. Parlementerên HDP'ê yên Şirnexê Leyla Birlik û Aycan Îrmez dan zanîn ku hilbijartina 1'ê Mijdarê sepandinek bû, hilbijartin dibin zorsestiya leşker û polîsan de derasbû.

'Hilbijartinek a vîn nasnekirinê bû'

Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik destnîşan kir ku hilbijartina 1'ê Mijdarê bi tendurist nebû û wiha domand: "AKP'ê ser gel şer ferz kir, tehdîda torosên sipî kir û gotin 'Ger em 400 parlementeran negirin, emê van hemûyan ser we bisepînin.' Ruyê şer ê herî bê ehlaq nîşan da. Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de vîn nasnekirin. Mixabin ev ters bandor li sindoqan kir. Di vê hilbijartinê de dengê partiya me jî ketin. Di dema pêş de emê rexnedanê bidin hemû gelan."

'Ji ber rêveberiya cewherî ketina dengan nebûye'

Leyla bilêv kir ku li ti deverên xweserî hatî îlan kirin deng neketine û wiha dom kir: "Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û Sur deverên herî zêde şer lê hatî jiyîn û tindî herî zêde li ser hatî kirin, şer ruyê xwe yê herî qirêj lê dayî nîşandan, herî zêde qirkirinên sivîlan lê hatine jiyîn, herî zêde me deng li wan deveran girtiye. Dema ku ji ber rêveberiyên xwecihî dengê me ketibana dê di serî de li Cizîrê ketibana. Berevajî herî zêde me deng li wan deveran girtiye."

'Di salên 1990'an de jî heman sepandin xistin meriyetê'

Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez diyar kir ku di hilbijartina 1'ê Mijdarê de dengê HDP'ê li Şirnexê zêde bûye û wiha got: "Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi destê Erdogan AKP'ê ser gelê Şirnexê û tevahiya Kurdistanê şer da despêkirin. Bi vî şerî hewildan dengê gelê Şirnexê di aliyê AKP'ê de bibin, piştî hilbijartinê me dît ev hemû sepandin vale hatin derxistin. Gel nîşanî hikumeta AKP'ê dan ku dê ti tundî nikare wan bişkîne û bandorê li vîna wan bike. Her dibistana em çunê herî kêm sê wesayîtên zirxî û gelek tîmên tayîbet hebûn. Kirinên di vê hilbijartinê de jî kirin carekdinê gelê Şirnexê ne tirsandin. Ji ber di sala 1990'an de jî heman polîtîka dan meşandin. Lê gelê Botanê gelek berxwedêre û ticarî serî natewîne. Armanca AKP'ê HDP'ê dibin bendê de hêlan bû. Lê negiha armanca xwe."

(zt)