Parlementerên jin ên nehatine hilbijartin: Ji bo me tekoşîn tenê ne li parlementoyê ye

11:12

JINHA

ENQERE - Parlemenerên jinên HDP'ê ku di dema nû de di parlementoyê de cihnegirtine diyar kirin ku dê ji derveyî meclisê di nava gel de tekoşîna xwe berdewam bikin. Parlementerên jin ên berê dan zanîn ku heya ser vê erdnîgariyê bi rêgezên azadiya jinê azadiya civakê bingeh bigirin û bi wî awayî dest bi xebatên xwe bikin.

Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de nûneriya jinan di meclisê de zêdebû, lê bi polîtîkaya şerê AKP'ê re û di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de zêdebûna dengê AKP'ê re carekdinê nûneriya jinan kêmbû. Li gorî hilbijartina berê ji sedi 15 cardin nûneriya jinan ketiye. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de 98 jin hatin hilbijartin lê di 1'ê Mijdarê de li gori hijmara ne fermî 82 jin cihdigirin. Parlenterên jinên berê di nava HDP'ê de cih girtine destnîşan kirin ku dê tekoşîna wan li her derê berdewam bike. Parlementerên jinên berê yên ku ji JINHA yê re peyîvîn û bang li hemû jinan kirin ku di nava meclisên taxan de cih bigirin û bikevin ferqa hêza xwe de.

'Emê hin zêdetir zindî têkevin nava kar'

Parlementera berê ya HDP'ê ya Dêrsimê Edibe Şahin bilêv kir ku wê bi xebatên jinan dest bi tekoşînê kiriye û got: "Em nabêjin em nebûn parlementer emê çî bikin. Ji ber ku li Tirkiyê hemû xebata me ji bo azadiya jinane. Emê hîn zêdetir bên bahev û ji bo azadiya xwe tekoşînê bilind bikin. Divê em di her aliyê jiyanê de bi her awayî tekoşîna xwe bilind bikin. Ya divê em bikin bi nêrîna jinê rêxistinbûna jinê û bi hev re xebat kirine."

'Pêdiviya gelan bi vîna jinan heye'

Parlementera berê ya HDP'ê ya Mêrsînê Çilem Oz jî wiha axivî: "Tekoşîna me tenê ne li parlementoyê ye. Emê tekoşîna xwe ya hebûnê û rêxistinbûna xwe berdewam bikin. Ji xwe şêweyê me yê siyaset kirinê jî eve. Em li parlementoyê bin ji derve bin emê xebatên xwe berdewam bikin. Ji ber ku pêdiviya gelan bi vîna jinan heye."

Emê di nava meclisên taxan de rêxistinbûnê mezin bikin'

Parlementera berê ya HDP'ê ya Stenbolê Beyza Ustun jî bilêv kir ku dê kêmbûna parlementerên jin di meclisê de nebe sedema kêmbûna tekoşîna jinan û wiha dom kir: "Emê ne di nava TBMM yê de di nava meclisên taxan ên gel û nava meclisên jinan de xebatên xwe berdewam bikin. Emê jin hem di nava parlementoyê de û hem jî ji derve tekoşîna xwe bilind bikin. Em li wê bin ne li wê bin emê rêveberiya xwe ya cewherî berdewam bikin."

Beyza anî ziman ku yek ji rêgezên sereke yên HDP'ê ser azadiya jinan azadiya civakê bingeh girtine û wiha berdewam kir: "Tirsa jinan li aliyekê divê şêwirmendiyê pêşde bibin. Li cihê li kêleka deshilatiya mêran runiştinê em banga bilindkirina azadiya jinan dikin. Em difikirin ji derveyî rêya azadiyê ti rêyên dinê yên civaka ma nîne. Heya em azadiya jinan tînin rewşa wekheviyê emê bixebitin. Emê tekoşînê berdewam bikin û em bang li hemû jinan dikin ku têkevin nava meclisên xwe. Em dixwazin bi vîna xwe ya cewherî li her deverê heya nava meclisên taxan nirxandinên xwe berdewam bikin. Emê jin jinana xwe li van deveran azad bikin."

(zt)