Zeynep Kıvılcım: Politikaya AKP'ê ya bi tirsê civak felc kirî bi bandor bû
09:12
Ceren Karlıdag/ JINHA
STENBOL- Doç. Dr. Zeynep Kivilcim tabloya piştî hilbijartinan derketî holê nirxand. Zeynep diyar kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê rewşek derhiquqî hat jiyankirin. Zeynep dazanîn ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de polîtîkaya AKP'ê ya bi tirsê civak felc kirî serket.
Perwerdêra Beşa Siyasetê û Beşa Têkiliyên Navnetewiya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Zeynep Kivilcim destnîşan kir ku şer û sucê mirovahiyê yê piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê hatîn kirin nehatine nirxandin û got: "Em di pêvajoyek a hiquq hatî rakirin û dewlet hiquqê weke şidet bikartîne de dijîn."
'Bi darbeyê heya makezagon jî binpêkirin'
Zeynep wiha qala pêvajoya piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê pêşketîn kir: "Serokomar ji bo parastina hikumetê pêvajoya dayî despêkirin ne li gorî makezagonê ye. Di aliyê me de ya herî giring li hemberî vê ti bertek nîşan nedane. Ev bi giştî darbeyekbû ku ji makezagona 82'an jî xiratirbû, ti kesîmên muxalîf jî girêdayî vê nerazîbûn nîşan nedan û dengê xwe dernexistin."
'Ji binpêkirinên mafan zêdetir qirkirinek mêtîngere'
Zeynep anî ziman ku li gel ew hiquqvanên mafê mirovanin jî qirkirinên piştî 7'ê Hezîranê pêşketîn di terminolojiyê de jî nîqaş nekirine û wiha domand: "Ji ber binpêkirinên mafan ên tên kirin em hemu mirovên ser vê erdnîgariyê dijîn me travma jiyan kirin. Ev ji binpêkirinên mafan zêdetir qirkirinek mêtîngeriye. Tenê ne li Kurdistanê di nava payîtexta xwe de jî qirkirinek a em hemu di şoqê de hêlan kirin."
'Hiquq ji şidetê ne cudaye'
Zeynep anî ziman ku AKP'ê bi polîtîkaya tirsandinê civak felc kir û beriya hilbijartina 1'ê Mijdarê gihişt serketinê û wiha berdewam kir: "Di nava astek şidetê ya bi vî rengî de pêvajoya nû gelek bi gumane. Ji xwe hiquq ji şidetê nayê cudakirin, weke şidetek rêxistinkirî tê karanîn. Hiquq ne alternatîfa şedetê ye, berdewama şer û şidetê ye. Heya mafên pergalê bi xwe û pergala lîberal demokrasiyê xistine navenda xwe jî tên binpêkirin."
'Jinên kurd rê nîşanî me dikin'
Zeynep wiha dom kir: "Baweriya min bi kurdan tê. Tecrubeyên me hîn kêmtirin. Ji bo wê jî dê jinên kurdan rê nîşanî me bidin. Divê em bi hêz li hemberî wan rawestin, yan jî bi kesanî emê nikarin xwe li jiyanê bigirin."
Zeynep bilêv kir ku wê kurek 12 salî heye, dema ku encamên hilbijartinan diyarbûyî çavên kurê wê tije bûne û wiha pêde çu: "Ji ber ew hatî diniyayê heya niha AKP ser deshilatiyê ye. Di vî welatî de ticarî polîtîkayek baş nehatiye meşandin, lê şidet heya asta herî bilind çuye, nifşek ê ji polîtîkaya otorîter zêdetir ti polîtîkayên muxalîf nedîtine heye. Ez difikirim ku dê ev di pêşerojê de hilweşînek mezin bi xwe re bîne. Ji bo wê jî baweriya min bi jinên rêxistinkirî heye. Li gel vê jî ji muxalîfa kurdan gelek tiştên em hîn bibin heye."
(zt)