Selma Irmak: Em ê rûyê mêr a di meclîsê de eşkere bikin
11:30
Duygu Erol- JINHA
ANKARA - Parlementera HDP'a Colemêrgê Selma Irmak destnîşan kir ku ew ê bi pêşnûmaya zagona bingehîn dawî li zîhniyeta meclîsê a zayendperestî û navendparêziyê bînin û got ku bi hêza jin wê pergala heyî bê guhertin.
Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de hêjmara parlementerên jin gihêştibû 98'an, lê belê bi hilbijartina 1'ê Mijdarê re hêjmar ket 76. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'a Colemêrgê Selma Irmak derbarê hilbijartina 1'ê Mijdarê de nirxandinên berfireh kir. Selma destnîşan kir ku li herêmên ku rêveberiya xweser hatî îlankirin HDP'ê serketiye û wiha got: "Em wek jin zihniyeta meclîsê a zayendperestî û navendparêziyê napejrînin. Di vê hilbijartinê de wek jin me vîna xwe nîşan daye. Bi hêza jin wê pergala heyî bê guhertin."
'Me vê hilbijartinê di nava qiyemeta sor de borand'
Selma da zanîn ku hilbijartina 1'ê Mijdarê di nav mercên ne adîl de pêk hatiye û wiha domkir: "Wekî ku Hevserokên me gotine ev hilbijartin di nav 'Qiyemta Sor' de pêk hatiye. Her kes dizane ku hilbijêr bi darê zorê çûye ser sendoqan û deng daye. Ev ne tenê li Tirkiyê zanyar, siyasetmedar û kesên ku di cîhanê de analîzê dikin vê yekê piştrast kirine." Selma diyar kir ku pêdivî bi hilbijartinek din nînbû lê li ser daxwazê yek kesî welat tev cardin neçarî hilbijartinê kiriye û tenê HDP'ê li pêşiya seroktiyê asteng dîtiye û got ku bi riyê vê hilbijartinê êrîşê HDP'ê hatiye kirin.
'Di bin êrîşan de derbaskirina HDP'ê a bendavê serkeftinek mezine'
Selma bi bîrxist ku di pêvajoya hilbijartinê de bi sedan êrîş li hember buroyê HDP'ê pêk hatî her wiha binçavkirin û qetilkirina sivîlan pêk hatî û wiha pêde çû: "Ji komkujiya Pîrsûsê şûnve nêzî 70'î kes jiyana xwe ji dest daye. Di rewşek wiha de derbaskirina HDP'ê a bendavê serkeftinek mezine. Divê tu kes vê yekê weke binkeftinek bi dest negre. Eger ev êrîş li dijî partiyek din pêk hatiba wê ji sedî 1 jî deng negirtiba."
'Xwerêvebirin bi serket'
Selma wiha got: "Bi aweyek eşkere divê mirov vê yekê bêje dengê gelek kesên sempatîk hatine kêşandin. Armanca vê yekê jî kaos û tirs avakirine. 5 Mîlyon û 200 hezar mirov dengê xwe da HDP'ê û projeyê wekheviyê erê kirin."
Selma Irmak anî ziman ku encama hilbijartina 1'ê Mijdarê nîşan dike ku gelê Kurd xwerêvebirinê parastine û wiha got: "Çavtirsîn, ji paşve xwendin û dîtina qedeha vala asta têkoşînê dixîne, ew ne tevra gelê Kurde ku em têkevin kêmasiyê. Hemberî darbe û cûnta yê bi ser ketin. Di hilbijartina 1'ê Mijdarê de biser ketin herî zêde jî jin bi ser ketin, bila tu kes vê serkeftinê biçûk nebîne. Bi xebatek xurt HDP'ê wê rê ya xwe berdewam bike."
'Bi pêşniyazên xurt em ê derkevin pêşya gel'
Selma Irmak qal kir ku li meclîsê pevajo ya makeqanûnê dest pê bike û wiha got: "Di nav makeqanûnê de maf û azadî, mafê jinê, mafê mirovan, demokratîkbûyîn hwd heye. Bi rêxistinek xurt a ku rejîma welat bugehrîne em ê derkevin pêşya civakê. Divê ku nîqaşkirina pergala seroktiyê jî bibe. Lê belê divê ku rejima Tirkiyê biguhre. Em jin tînin ser ziman ku pergala zayendî, hişmendiya nêr û a serdest kebûl nakin, di hilbijartina 1'ê Mijdarê de jî jinan bi sekna xwe diyar kir. Xwesteka me welatek demokratîk û jin di welatêkî azad de dikaribin xwe îfade bikine. Rastiya rejime heye ku bi nasnama xwe, renge xwe, di welatekî ku xwe rehet hîs bikin û xwe îfade bikin, ku bikaribin bi vîna xwe di rêyek de bimeşin heye. Ev rastiya rejîmê jî bi makeqanû na nû de derkeve holê. Hilbijartina 1'ê Mijdarê ne demokratîk bû û serkeftina bi lêystik AKP'ê bi dest xist, em tu wate nade serkeftina AKP'ê. Ji bo rejîmek nû divê ku bi rêxistinek xurt bimeşînin. Jinên hatin hilbijartin li meclîsê hişmendiya nêr derxin holê û têkoşîna xwe berdewam bikin."
(ha/rc)