Çaglar Demirel: Yên dibêjin 'Rêveberiya cewherî deng windakiriye' bila li dengê wan deveran binêrin

09:54

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel diyar kir ku bi zanabûn dixwazin hişmendiyek a rêveberiyên cewherî dengê HDP'ê dane kêmkirin çêkin. Çaglar da zanîn ku kesên wiha dibêjin bila vegerin li Cizre, Farqîn, Nisêbîn, Lîce û Geverê binêrin.

Nirxandinên ser hilbijartinên 1'ê Mijdarê berdewam dikin. Pêşî li axaftinên ser rêjeya dengê AKP'ê girtî bûyî deshilat û du derece ketina dengên HDP'ê yên weke ji ber "Rêveberiyên cewherî deng dan windakirin" hatin girtin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel ji bo kesên vê îdiayê derxistine holê pêşniyar kir ku li dengên deverên weke Cizre, Farqîn, Nisêbîn, Lîce û Geverê binêrin. Çaglar anî ziman ku li deverên rêveberiya xwe ya cewherî îlankirine wan dengê xwe hem parastine û hem jî bilind kirine. Çaglar destnîşan kir ku gotinên mediyaya deshilat belavdike ji rastiyê durin, deverên rêveberiya xwe ya cewherî îlankirine ji bo parastina xwe bi zanabûn dengê xwe bikaranîne.

'Di 1'ê Mijdarê de kampaniyaya hilbijartinê di pilana duyemîn de bû'

Çaglar balkişand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê û bilêv kir ku li gel hemû tindî û êrîşan jî gel vîna xwe nîşan da. Çaglar diyar kir ku li gel hemû êrîşan HDP'ê kampaniyaya xwe ya hilbijartinê berdewam kir, lê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de ji ber êrîşên ser gel dihatin kirin êdî kampaniyaya hilbijartinê di pilana duyemîn de hatin girtin. Çaglar da zanîn ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gelên Tirkiyê şansê bi tena xwe bûyîna deshilat nedan AKP'ê û wiha got: "AKP ya ku bi tena serê xwe diçe deshilatiyê û vîna gelan tine hesab dike di 7'ê Hezîranê de keta awayekdinê. Di 8'ê hezîranê de AKP'ê siniyala nepejirandina hilbijartinê û çuyîna hilbijartinek dinê da. Di nava 5 mehan de polîtîkayek çawan birêvebir divê baş bê dahurîn."

'Hikumeta hilbijartinê vegeriya hikumeta şer'

Çaglar destnîşan kir ku di 5 mehan de AKP'ê hemû derfetên xwe ji bo HDP'ê dibin bendê de bihêlin xebitandin û wiha domand: "Di pêvajoya şer de ser HDP'ê û hilbijêran xwestin tirsê bidin çêkirin. Li Kurdistanê qedexeyên derketina kolanan îlan kirin û mirov qetilkirin. Gelek hevalên me yên bi siyasetê re mijul dibûn û gelê me girtin binçavan. Divê ev êrîş baş bên dîtin û nirxandin."

'AKP'ê polîtîkaya helandina gelan bikaranî'

Çaglar pirsa di nava êrîşên giran de xebatên hilbijartinê dê çawan baş bê rêvebirin, ji ber êrîşên zêde wan li gel gelê xwe cîhgirtin û xebatên hilbijartinê paşde dan û wiha berdewam kir: "Ji bo ku tirsê çêbikin tehdîdên weke 'Ez ji herêmê deng negirim, nikarim bi serê xwe bibin deshilat, dema ku ez nebim deshilat jî hunê halê xwe bibînin' kirin. Bi sepandinên derhiquqî mafê jiyana mirovan asteng kirin. Di nava 5 mehan de em bi terora dewletê re ru bi ru man."

'Bi rêveberiya cewherî me deng winda nekiriye'

Çaglar bilêv kir ku li deverên weke Farqîn, Gimgim, Colemêrg, Sur, Lîce û Nisêbîn ji ber rêveberiya xwe ya xweser avakirin li wan deveran qedexeya derketina kolanan îlan kirin, terora dewletê ya ku rêveberiyên xwecihî hezim nekirin dest bi qirkirinan kirin. Çaglar destnîşan kir ku dem di 1'ê Mijdarê de jî AKP'ê li deverên hijmara dixwest negirt di 3'ê yê Mijdarê de dest bi polîtîkaya qirkirinê kir û wiha dom kir: "Gelê ku rêveberiya xwe ya xwecihî îlan kirine çima deng didin kê baş dizanin. Deverên ku rêveberiya xwe ya xwecihî îlan nekirine jî bixwazin bixwazin polîtîkayek çawan ser wan bidin meşandin, bi wî awayî nêzdibin û şîrove dikin. Mediyaya serdest rêveberiyên xwecihî bi awayên cuda dide nîşandan û wiha bi gelên aliyê Tirkiyê de jî didin nîşandan."

'Dê hilbijartina 1'ê Mijdarê di dîrokê de bi awayê tindî û zilmê derbasbibe'

Çaglar diyar kir ku MHP bi giştî qediyaye û hemû derbazî AKP'ê bûye. Çaglar da zanîn ku AKP bi MHP'ê re li hev kirine ji bo ser siyasetê hişmendiya qirkirinê zêde bikin. Çaglar bilêv kir ku divê dibin van hemû zoriyan de bend derbaskirina HDP'ê weke serkeftinekê bê dîtin wiha pêde çu: "Ji ber fikira nebûna pirsgirêka bendê û rihavetê me kampaniyaya hilbijartinê ne meşand û em neketin nava gel. Di hefteyekê de xebatên hilbijartinê nayên rêvebirin. Dê hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an bi tindî, êrîş, qirkirin û zilmê cîh di dîrokê de bigire. Ji ber ev hemû raya giştî dît. Hîna nerazîbûnên me hen û dê berdewam bikin. Li gelek deveran gelek kêm dengê me ketine û bûne sedema windakirinê. Pergala SEÇBÎS dengên ku divê ji bo me hijmartibana ji bo hinek partiyên dinê hijmartine. Heya ku ji aliyê YSK yê ve bê diyarkirin dê serlêdanên me berdewam bikin. Dê li her deverê tekoşîna me bi siyaseta demokratîk berdewam bike. Emê weke HDP bên bahev û ji niha û şon de emê rêbazek çawan berdewam bikin binirxînin. Ticarî me dest ji tekoşîna xwe bernedaye. Berpirsiyariya me girane, bi wê giranbûnê emê nêz bibin û bigihin serketinê."

(zt)