Bêrîvan Xalid:AKP'ê li hember gel şerê taybet pêk anî

11:03

Rûksen Efrin/ JINHA

QAMIŞLO - Rêvebera Çand û Hûnerê a Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid derbarê êrîşên hikûmeta AKP'ê nirxandin kir û wiha got "Bingeha polîtîkayên AKP'ê ji salên borî digre. Aştî, wekhevî bi hikûmeta AKP'ê re nayê kirin."em bi temamî êrîşin hokûmeta

Hikûmeta AKP'ê êrîş, binçavkirin û qirkirina siyasî a li hember gelê Kurd didomîne. Derbarê êrîşê hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirkiyê a li herêmên Kurdistanê Rêvebera Çand û Hûnerê a Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalîd nirxandin kir. Bêrîvan destnîşan kir ku êrîşên hikûmeta AKP'ê bi aweyek eşkere her kes dibîne û wiha got: "Hilbijartina 1'ê Mijdarê di nav şert û mercên giran ên şerde pêk hat. Ne hilbijartinek hiqûqîbû. Li ser gel şerek taybet dan meşandin. AKP'ê bi komkujî, êrîş û bombebaranê kirinê peyama, divê vîna we hêza min derbas neke da. Ev yek jî li hember qeyran û aloziyên mezin vedike. Ji xwe rewşa heyî vê diyar dike."

'Hikûmeta AKP'ê bi riya çand, raghandin û artêşê êrîşê gel dike'

Bêrîvan qala berxwedaniyê gelê Kurd a bakûrê Kurdistanê kir û wiha domkir: "Gelê Kurd li hember sistema dewleta Tirkiyê 38 salin li berxwedide. Gel bi klam, govend, çîrok û şanoyê heya roja îro li dijî pergala desthilatdariyê li berxwe dide. Bi taybet hikûmeta AKP'ê bi riya çand, raghandin û artêşê êrîşê gel dike. Lê li beramberî hemû êrîşan gel bi bawerî û berxwedana xwe serketî. Serketina her Kurdekî li kur dibe bila bibe gelek girînge. Sedema şerê ku diqewime ne PKK'ê ye û ne jî hilbijartine. Sedem daxwazê gelê Kurd a azadiyê ye. Desthilatdarî di wê ferqê dene ku bi azadiya gelê Kurd re dê pergala wan a kolekirinê têk biçe, ji ber vê bê perwe êrîş dikin."

'Gelê Kurd ji bo aştiyê derbasî berxwedanê bûye'

Bêrîvan destnîşan kir ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi zîhniyeta dîrokê a nijedperestî êrîşê gel dike û wiha pêde çû: "Gelê Kurd ji bo ku aştî pêk bîne li her çar aliyê Kurdistanê derbasî berxwedanê bû. Li hember îlankirina agirbestê dewleta Tirk êrîş kir. Medya navendî jî zimanê tundî û şer bikaranî. Gelek welatî bun qurbanê vî şerî û siyasetmedarên kurd hatin girtin. Li dijî ewqas êrêşên bê perwe bê guman gel dê berxwe bide bi her aweyî." Bêrîvan di dawiyê gotina xwe de wiha bang li gelê Kurd kir: "Divê gelê Kurd li hember êrîşa dewletê berxwedan bilind bike. Bi taybet rojnamevan, rewşenbîr û hûnermend di vê pêvajoyê divê aktîfbin. Em êrîşê hikûmeta AKP'ê bi tûndî şermezar dikin."

(rc)