Pervîn Buldan: Komîsyona Edaletê û Lêkolîna Rastiyan wê riya aştî û muzakerê veke

14:43

Sîbel Yukler/JINHA

ENQERE - Parlementera HDP'ê a Stenbolê Pervîn Buldan diyar kir ku li Tirkiye di sala 90'de cinayetên faile kiryarên wan ne diyar û înfazê bê dad dihate kirin. Lê belê di 13'e sal îktîdariya AKP'ê de ser biryara devlet û hikumetê cinayetên 'faîl diyarin' tê kirin. Pervîn bal kişand ku îro li Kurdistanê biryarê qedexekirina kolana tê dayîn, şûna Torosê spî, panzêr û wesayitên akrep, sivîl qetil dikin û wiha domand; "Me dît ku ev 20 sale tu tişkî ne guheriye. Bi Torosê spî gelê Kurd tê tehdit kirin, piştre JİTEM'an ji girtigeha azad dikin. Ev jî tê vê watê ku li Tirkiyê ji aliyê dewletê de cinayetên faîlê kiryarên wan ne diyarin û înfaz vê berdewam bikin."

Bi taybetî di hilbijartina 7'ê Hezîranê de îktîdara AKP'ê li Kurdistanê komkujî pêk anî û di hilbijartina 1'ê Mijdarê de jî ev komkujî bi dengê 'şer' berdewam dike. Di 5 mehê dawî de Tirkiye vedigere sala 90'an tê gotin, lê belê ji xwe li Kurdistanê heyna 90'an tê jiyandin. Tenê firka sala 1990 û 2000 rê de cînayetên faîlê kiryarên wan ne diyar. Lê belê cinayetên ku JITEM'ê kiriye îro yek bi yek ji girtîgehan tên azadkirin. Demekî kin de doza Cizîr JITEM'ê bi navê Temîzoz ku 21 kesî qetil kiribûn encama beraatê dan fermandarê JÎTEM'ê. Di doza Enqerê JITEM'ê jî di 20'ê Mijdarê de were dîtin û têde bersûcê hevjînê parlementera HDP'ê Pervîn Buldan ku sala 1994'an de hatibû revandin û qetilkirin Savaş Bûldan jî heye û dê 19'e kes derkevin ber dadgehê.

Pervîn Buldan anî ziman ku di sala 1990-1995'an de di cinayetên faîlê kiryarên wan ne diyarin de rola Mehmet Agar gelek mezine û wiha got: "Mehmet Agar di derbarê cinayetên faîlê kiryarên wan ne diyare de biryar dane û amadeya lîste ya û sekvanan teşfîk kiriye. Lê belê dewlet heya îro derhaqê Mehmet Agar de tû lêkolîn ne daye dest pê kirin û ji aliyê dadgehê ve jî ne hatiye gohdarkirin. Lewra Mehmet Agar ji aliyê devlete ve hatiye erkdar kirin. Ji ber vê ez bawer dikim ku wê doz ne bi hiqûqî bi siyasî encam bigre û were girtin."

'Heya ku peywirdarê dewletê neyên darazkirin dozên JÎTEM'ê encam nabin'

Pervîn diyar kir ku dozên JÎTEM'ê bê sûc were encam kirin û wiha got: "Cinayetên diqewmin polîtîkayên dewletê ne. Heya ku peywirdarê dewletê neyên darazkirin dozên JÎTEM'ê encam nabin. JITEM rêxistinek biçûke û ji aliyê dewletê ve hatiye avakirin. Cinayetên qewimîne ji aliyê muduriyeta ewlehiyê, wezîriya karêhendur û ji aliyê waliyên OHAL'ê ve hatine kirin û tenê ne elemanê JITEM'ê berpirsiyarê wê heynê jî dibe ku werin darizandin."

Pervin diyar kir ku eger dozên cinayetên kiryarên wan ne diyar nêyên encam kirin wê berdewama cinayeta were û wiha got: "Hemû hişmendiya dewletê bingeha xwe ji çavkaniya sala 90'an digre. Îro li Tirkiye yê cinayetên faîlê kiryarên wan ne diyarin nayê kirin, lê belê bi biryara hikûmet û dewletê înfazê bê dad û cinayet pêk tên. Kesên ku cinayeta pêk tînin xwe venaşêrin, di dema berê de xwe vedşartin loma navê wan faîlê kiryarên wan ne diyar bûn. Eger hêjî Tirkiyê înfazê bê dad dike û îktîdara AKP'ê eger wê Tirkiyê rêvebibe ez dibêjim ku beramberî înfazê bê dadî rû bir û ne."

Komîsyona Edaletê û Lêkolîna Rastiyan

Pervîn anî ziman ku wê rêzika Komîsyona Edaletê û Lêkolîna Rastiyan pêşkêşî meclîsê bikin û wiha dom kir; "Rêzika Komîsyona Edaletê û Lêkolîn a Rastiyan ji bo demokratbûyîna Tirkiyê gelek girînge û ji bo cinayetên kiryarên wan ne diyar werin ceza kirin pêwîste ku rêzika Komîsyona Cînayetan were ava kirin. Bi avabûna Komîsyona Edaletê û Lêkolîna Rastiyan wê 'pêvajoya Aşitî û Muzakerê 'pêk bê. Em ê bibin şopdarê wan mijaran û cardin em ê bînin rojeva Tirkiyê."

'HDP'ê ji bo maqeqanûnên nû wê xebat bimeşîne'

Pervin destnîşan kir ku ji bo maqeqanûnên nû HDP'ê dê xebat bide meşandin û wiha pêde çû: "Bi lezgînî dibe ku rêvebirina zagona darbe bê guhertin û ji bo maqeqanûnên nû xebat were meşandin. Lê belê car din dibêjim tu pêdiviya Tirkiyê bi pergala seroktiyê hikûmetê tuneye. Wê pergala parlementeriyê ji aliyê rêvebirina Tirkiyê re baştir bibe û wê piştgirî bide demokratbûyînê. Ji ber vê jî ji pergala seroktiyê hikûmetê re em dibêjin 'na'."

(ha/rc)