Pervîn Buldan: Pêvajo bêyî Birêz Ocalan û HDP'ê nameşe
09:25
Duygu Erol/JINHA
ENQERE - Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, diyar kir ku di vê pêvajoya pirsgirêka kurd li ber çareseriyê de ye, gava herî girîng bê avêtin, berdewamkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan re ye. Pervîn Buldan, bal kişand ser nûçeyên wekî, "Ji vê pêvajoyê û şûnde HDP û Ocalan dê nava çareseriyê de cih negire" û wiha got: "Dibe ku AKP dest ji pirsgirêk û çareseriya pirsgirêkê berdabe."
Di demên dawî de çapemeniya hawiz û îxtîdarê bi gotinên wekî "Ocalan HDP û PKK rexne kir", "Ocalan û HDP dê di nava pêvajoya çareseriyê de cih negire" û nûçeyên ku HDP, PKK'ê reş dikin HDP, PKK û Ocalan tînin hemberî hev. Medya serdest bêtir dixwaze pêvajoyê şolî bike û tevgera kurd reş bike.
Wekîla HDP'ê ya Stenbolê û endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, têkildarî nûçe û gote gotên der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tên weşandin bertekên xwe anîn ziman.
Pervîn, anî ziman ku nûçeyên tên nivîsandin bêyî agahiya wan tên nivîsandin û nayên teyitkirin. Pervîn, da zanîn ku ev manipulasyona hikûmet û dewletê ye û vê yekê bi zanebûn û plan dikin.Pervîn, destnîşan kir ku bi banga Rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan 3,5 sal berê pêvajoya çareseriyê hat destpêkirin û ji bo ev pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin zorê li hikûmet û dewletê bikin. Pervîn, daxuyand ku ji ber hin zagon li meclîsê nehatin derxistin ev pêvoja dikeve nava zahmetiyan û wiha got: "Ji bo ku dîsa pêvajo bimeşe û pêş bikeve divê hin zagon bên rastkirin û guhertin. Piştî zagon hatin rastkirin divê pêvajo ji nûve bê meşandin.
'Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo dest bi muzakereyan bike kedek mezin da'
Pervîn, bibîrxist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo muzakere dest pê bikin kedek mezin da û 3 sal û nîvan vê pêvajoyê berdewam kir û wiha axivî: "Di 3,5 salan de me bi Birêz Öcalan re tenê 33 caran hevdîtin kir. Piştî van hevdîtinan me bi rayedarên KCK'ê re li qandîlê hevdîtin kirin. Lê di heman demê de em bi rayedarên hikûmet û dewletê re jî hatin cem hev û me bi wan re jî hevdîtin kirin. Divê hev hemû hevdîtin ji bo demokratîkbûna Tirkiye û çareseriya pirsgirêka kurd a bi riya demokrasî û aştiyê bê zanîn. Dîsa divê baş bê famkirin ku hev hemû hevdîtin ji bo pêşketina Tirkiye ya li Rojhilata navîn hatin kirin. Rêberê PKK'ê Brêz Ocalan ji bo muzakereyan kedek gelek mezin da."
'9 xalên deklarasyonê dê piştgiriyek mezin diba çareseriya pêvajoyê'
Bervîn, da zanîn ku 3,5 salan bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û her tim naveroka van hevditinan bi rayedaran re parve kirin. Pervin, bilêv kir ku li gel hemû mijar danîn ser maseyê jî dîsa mutabakat peş neket û wiha berdewam kir: "Ger ku 9 xalên deklarasyonê têketina meriyetê dê piştgiriyek mezin bida çareseriya pirsgirêkê. Lê bixabin piştî daxuyaniya Dolmabahçe Serokomar ev pêvajo xera kir û cemidand. Di van 3.5 salan de heviya aştî, aramî û çareseriyê pêş ket."
Di pêvajoya hevditinan de cenaze rawestiyan
Pervîn, bibîrxist ku di vê pêvajoya diyalog û hevdîtinan de cenaze rawestiyan û êdî şer pêk nehat û wiha got:"Lê mixabin piştî pêvajoya hat xerakirin û xistin dolabê edî şer dest pê kir û cenaze li ser cenazeyan hatin. Ji ber dewlet û hikûmet hişk tev digere muzakere rawestiyan.
Divê ji nûve zagon bên guhertin û muzakere ji nûve bên destpêkirin. Ji bo ku diyalog û hevditin ji nûve bên destpêkirin em dê din ava hewldanan de bin. Em dê zorê li hikûmetê bikin. "
'Jinan bandorek mezin li ser pêşxistina pêvajoyê kir'
Pervin, daxuyand ku ji destpêka pêvajoyê heta niha jinan ji bo pêşxistina diyalog û pêvajoyê bandorek mezin çêkir. Ji ber vê yekê divê jin dîsa têkevin nava liv û tevgerê û wiha axivî: "Hin komîsyon hatin avakirin. KOM, Hewldana Jinan a Ji bo Aştiyê, hatin avakirin. Peyvirên mezin dan ser milên xwe. Bûn navbênkar û ketin nava hewldanên aşti û çareseriyê. Ji bo ev pêvajo bi ewle û serkeftî bi necam bibe hewldanên mezin pêş xistin. Ez bawer dikim ku bandora jinan a li ser pêşketina vê pêvajoyê gelek zêde ye. Ji destpêkê heta niha jin di vê pêvajoyê de hebûn. Dê ji niha û şûn de jî jin di nava vê pêvajoyê de hebin. Ger ku ev pêvajo dîsa pêş bikeve dê bi zextên jinan ên li ser rayedaran pêş bikeve.
' Piştî 7'ê Hezîranê hevditin nehatin kirin, nûçeyên çapemeniyê nerast in'
Pervîn nûçeyên dawî yên der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, HDP û PKK'ê de hatin weşandin jî rexne kir û got:"Pişti 7'ê Hezîranê bi Birêz Ocalan re hevdîtin nehatin kirin. Herî dawî em di 5'ê Nîsanê de çûn hevdîtinê. Ez û Sırrı Sureyya Önder em 2 kes çûbûn hevdîtina Birêz Ocalan. Pişt re em neçûn. Herî dawî Birêz Ocalan gotibû ku ger ji Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê kes neyê bila kes neyê û bertekên xwe anîbûn ziman."
Pervin, anî ziman ku bi nûçeyên tên weşandin dixwazin hiş û aqilê gel tev li hev bikin û hemû rastiyan şolî bikin. Nûçeyên belav dibin ji rastiyê dûrin. Bi me teyit nekirine.
'AKP dest ji çareseriya pirsgirêka kurd berdaye'
Pervîn Buldan, bal kişand ser nûçeyên wekî, "Ji vê pêvajoyê û şûnde HDP û Ocalan dê nava çareseriyê de cih negire" û wiha got: "Dibe ku AKP dest ji pirsgirêk û çareseriya pirsgirêkê berdabe. Beyî Ocalan, beyî tevgera azadiya kurd û bêyî HDP'ê ev pirsgirêk çareser nabe. Ji bo ev pêvajo dîsa pêş bikeve divê berî her tiştî hikûmet ji nûve bi Birêz Ocalan re hevdîtinan bike. Divê beri her tiştî pêvajo ji cihê lê maye ji nûve dest pê bike û muzakere bên destpêkirin.
'Aktorê pêvajoyê li îmraliyê ye'
Pervîn, da zanîn ku ji bo pêvajo ji nûve dest pê bike pewiste bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin û aktorê pêvajoyê Ocalan e. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî hevdîtin ji nûve dest pê bikin û divê dest bi muzakereyan bikin. Ger ku Birêz Ocalan di nava vê pêvajoyêde cih negire ev pêvajo pêş nakeve.
(mae)