Dr. Jiyan Garzan: AKP bi tena serê xwe nîne
09:26
Hesret Amed/JINHA
BEHDÎNAN - Endama KJK'ê Dr. Jiyan Garzan di derbarê encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê de nirxandin kir û got; "Tirkiye di 1'ê Mijdar'ê û vir de ne bi xwe ye, ji ber ku biya hin kesên din dike. Tirkiye girêdayî qesrê ye û qesr jî girêdayî hin kesa ye. Pêwîste ku gelên Tirkiyê vê yekê bizane û baş bixwîne."
Endama Koordanisyona Koma Jinên Kurdistan (KJK) ê Dr. Jiyan Garzan tevlî bernameya heftane ya Rojeva jin bû, di derbarê encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê de nirxandin kir û wiha axivî: "Pêwîste ku mirov encamên 1'ê Mijdarê binirxîne. Encamên ku derketî encameke siyaseteke edalet, şert û zirûfên ku heyî ewqasî hêsanînbû. Ev encama derbeyekê ye, ji ber ku AKP'ê bitena serê xwenîne." Jiyan balkişand ser lîstokên AKP'ê û wiha domand "Tu ferq û cudahî di navbera AKP'ê û dewletê de nîne. Encamê 7'ê Hezîranê birengekî demokratîk û wek hev derket, di milê jin û wekheviyê de pir demokratîkbûn. Ew erkên ku dabûn AKP'ê û bitaybet Erdogan bin ketin. Li hemberî wê şerekî seferberî dane destpêkirin. Ev pirojeyeke demdrêj e. Tenê dewleta AKP'ê eleqedar nake, encamên ku derketîye gelê Turkiyêkê fxweş kir. Ev kêfxweşî xapandineke pir mezin e. Encamên ku derket ne serkeftin û demokratîk bûna Turkiyê bû. Ji ber ku bipirsgirêkên gelê Turkiyê re eleqedarnabe li beramberî wê hîn zêdetir dike."
'Divê encamên hilbijartinên 1'ê Mijdarê baş bên xwendin'
Jiyan diderbarê polîtîkayên qesrê de nirxandinên grîng kir û bi vî awayî dirêjahî da axaftina xwe; "Turkiye aniha ne ya xwe ye, ji ber ku biya hin kesên din (QesraErdogan) dikin. Tirkiye girêdayî qesrê ye û qesr jî girêdayî hin kesa ye. Pêwîste ku gelê Tirkiyê vê yekê bizane. Encamên ku derketî encama derbeyekê ye, antî piropxandayekê ye. Ji ber ku di şert û mercê pir cuda de amadekarî hatin kirin. Mirov lêkolînek rast bike ev encam wiha nîne, ji ber ku pir hîle hatine kirin. Di medya Tirkan de tê nîqaşkirin ku HDP rayên xwe winda kirine. Berovajî wê HDP'ê ruxmî ewqas şer, zext û qetilaman encamên wê serkeftinekî pir mezin e. Di vê mijarê de ez HDP'ê pîroz dikim. Di her milî de şerkî di asta jor de tê kirin, ruxmî wê serkeftina ku hatiye desxistin ne ji rêzê ye. Ji bo kuTirkoue demokratîk bibe û bi pirsgirêkên gel re mijûl bibe pêwîste encamên 1'ê Mijdarê mirov rast bixwîne. Hin hêzên navnetewî naxwazin kuTirkiye demokratîk bibe û pirsgirêkên xwe çareser bike, ji ber ku berjewendiyên xwe esas digirin. Tirkiye dibêje ku dewlet neteweke biçûk ji bo Kurdan avabikin û li ser vê siyasetên ku Kurd û Kurdistanê
parvebikin. Tirkiye ji bo Erdogan jî desthilatdariyê xilasbike piştgirî da vê siyast ê. Erdogan bi vê siyasetê re teslîmbûye û gihîştina encama vê siyasetê jînîne. Erdogan teslîmî vê siyasetê bû, ev siyasete hegemon û navnetewî ketxwar. Çawa ku nêzî vê siyasetê nêzî pirsgirêka Kurd bû heman demê de ew jî teslîmî wê bûn, bi hev re eynî siyasetê dimeşînin."
'HDP ji bo gelên Rojhilata Navîn şanseke'
Jiyan wiha berdewam kir; "Di encamên hilbijatinên 1'ê Mijdar'ê de dîsa wekîlên jin herî zêde di HDP'ê de derketiye di partiyên din de jin pir kêm tê de cihê xwe digre ev jî di wêneyê MeclisaTirkiye de desthilatdariya zilam pir baş dide diyarkirin. Ev encam zihniyeta zilam pir dide diyarkirin, ji ber ku bi şer û şidetê desthilatdariya xwe da avakirin. Ev hilbijartin rastiyên dewleta AKP'ê ya di dîrokê de derxistin holê. Dem ew deme ku têkoşîna wê were kirin. HDP ji bo gelên Rojhilata Navîn şenseke. Zîhniyeta ku heye her roj Erdogan dide diyarkirin û dibêje; 'yek milet, yek dewlet, yek al' û hwd. Ev bi serê xwe li dijî jiyana azad û dijî siyaseteke demokratîk e. Bila Erdogan tenê rojekê li xwezayê mêze bike ku çiqas rengîn û dewlemend e. Ferq û cûdahî azadî bixwe ye. Dem dema HDP'ê ye. Çareseriya gelan wê bi siyaseteke demokratîk bi pêşengtiya HDP'ê pêşbikeve. Pêwîste ku HDP xwe bi civakî bike, serkeftina xwe bighîne gel û berxwedaniyê."
'Erka jinê ewe ku rastiyê bide têgihandin'
Jiyan di derbarê erk û berpirsiyariya jin û ciwanan a li hember polîtîkayên AKP'ê de jî wiha axivî: "Ger gel taybetî jî jin û ciwan hebûn û azadiya xwe dixwazin, pêwîste ku berya her tiştî parastina xwe esas bigrin. Ji ber ku parastin, xwerêxistin kirin e. Bêrêxistin bêhêz xwe teslîm kirin e, mînaka wê jî Ehmed Hakan e. Di navbera heftiyekê de zimanê wî guherî, ev jî êrîşeke ji rêzê nîn e. Erdogan her roj ban dike birayê min ê Kurd û gelê min yan jî ê min wan milkên xwe dibîne. Ger tu ne yê wî bê tu dijminê wî. Ev êrîş pir rastî derxistin holê, tevî wê jî hin kesîm hatin xapandin. Ji bo ku mirov rastî û dîroka xwe bizane, da ku dijminê xwe ji nêz ve binase pewerde pêwîst e. Perwede ji nan û avê jî girîngtir e. Pêwîste ku mirovd estpêkê bizane ku kî tu çawa û bi çi rengî ji te sitandî. Li hemberî wê tê çawa xwe ji vê xilas bikê zanibe. Rêber APO dibêje; ''Xwe buyîn azadî ye.'' Serkeftina HDP'ê di cudabuyina wê de ye. Nêzîkbûnên wê ji jin, gelan û baweriyan re ev bi serê xwe serkeftinek e. Dema ku mirov ruhê jin û fikir bîne gel hev du çareserî derdikeve holê. Ji ber ku hêza rastiyekê li heberî hêza hezar nerastiyê ye."
'Şer û Berxwedaniya herî mezin li İmralî ye'
Di dawiyê de Jiyan ji bo parastina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ku dê di 9'ê Mijdar'ê de li Atîna yê bê lidarxistin de jî wiha got: "İmralî ruyê sîstema kapîtalîzmêyê rast dide diyarkirin, çawa nêzî jinan û gelan dibe. Atîna lingekî bingehîne di komploya navnetewî de. Yên ku ciyê xwe di komplo de girtine ewbûn ku Atîna anîne wê qirîzê. Rêber APO tenê şexsek nîne, ew saziye, felsef û bîrdozî ye. Ji ber wê her kes dikare xwe di wê saziyê de bibîne. Hêzên navnetewî heta ji gotinek Rêbertî ditirsin. Ji ber ku ew gotin dighêje dil û mêjiyan û bandora xwe li her deverê dike. Eger em dixwazin hevaltiyeke rast bi Rêber APO re bikin pêwîste em vî şer û lîstokên wan valaderbixin. Çiqas em rêberê xwe fêm bikin em ê ewqas azad bibin û zû bighêjin azadiya xwe."
(kom/zt)