Zeynep Altıok: Farqîn Roboski û Cizîr e

12:12

JINHA

STENBOL - Parlementera CHP'ê ya İzmirê Zeynep Altıok got: “Şideta 1'ê Mijdarê hatî despêkirin divê zu bidawî bibe. Divê komisyonek di meclisê de bê avakirin. Divê dorpêça Farqînê bidawî bibe. Em naxwazin Roboskiyek din û Cizîrek dinê bijîn."

Di çarçoveya qirkirinên hikumeta AKP'ê de li Farqînê provayên qirkirinê heye. Bertekên li hemberî qirkirinê her diçe mezin dibe. Akademisyen, Siyasetmendar, nivîskar û aktîvîstên Tirkiyê diyar kirin ku divê jin li hember qewimînên li Tirkiyê bêdeng nemînin û banga siyasetek aştiyane li hikumetê kirin.

'Divê çareserî bi hişemendiyek şefaf berew bêş biçe'

Parlementera CHP'ê ya Îzmîrê Zeynep Altiok diyar kir ku niha ya AKP dike ne çareserî girêkorke. Zeynep da zanîn ku bi navê çareseriyê sivîlan qetildikin, jiyanê ser û bin dikin û zarokan qetildikin û wiha domand: "Çî dibe bilabibe li Farqînê parastina welatiyan peyîwira dewletê ya serekeye. Nûçeyên ji Farqînê tên heya dawiyê kirinên dermirovane li wê tên kirin û ev yek xemgîniyê dide mirovan. Herêm hatiye rewşek wiha ku heya ji parlementeran jî agahî nayê girtin. Ev rewş nayê pejirandin. Ji bo ku çareserî bi awayek şefaf dibiniya meclisê de bê pêşxistin em tiştek wiha taleb kiribû. Ev êdî ne pêşniyare pêdiviyeke. Divê şideta ku 1'ê Mijdarê jî xistî nava xwe bidawî bê. Divê rewşa Farqînê ya jiyana mirovan dibin metirsiyê dene bidawî bibe. Em naxwazin Roboskî û Cizîrek nû jiyan bikin."

'Qedexeya derketina kolanan cezayeke ji bo civakê tê dayîn'

Endama YKP ya Kibrisê Faika Deniz Paşa destnîşan kir ku dema we li dîroka nêz dinêrin dibînin ku her dem qedexeyên derketina kolanan di welatên hatîn mêtîngerkirin de dixin meriyetê û wiha domand: "Ev tê wateya dewlet yan darazê li ser wê civakê rewatiya xwe wenda kiriye. Di dîroka nêz de li gelek dewletên mêtînger ev rêbaza qedexeya derketina kolanan weke cezakirina civakê hatiye bikaranîn. Mediyaya alîgir dixwaze bi gotinên weke hewlehî, îstikrar û sepandina demî van kirinan rewa bidin nîşandan. Divê ev rewş neyên girankirin. Dema ku mirov li dîrokê dinêre sepandinên wiha gel mexdur dike, bi tirs û mexdurkirinê hewildidin gel bixin bin qontrola xwe, dema ku gel serî natewîne jî hedef tê girtin."

‘Xeleka dawiya qirkirinên Pirsus, Cizîr û Enqere Farqîn e’

Endama Atolye ya Feministên Kibris (FEMA) yê Fezel Nizam jî wiha axivî: "Xeleka dawiya qirkirinên Pirsus, Cizîr û Enqere Farqîn e. Ji bo berdewamkirina deshilatiya xwe ya mêrane şer û qirkirinan weke navgînan dixebitînin. Ser bedena jinê senaryoya şerê hatî çêkirin her dem jin rastî binpêkirinên mafan tên. Divê ji bo astengkirina van zayendiya civakî bê pêşxistin. Divê kes weke yên dinê neyên dîtin, hevgirtina hemû gelan bingeh bê girtin û ji bo ev têkevin meriyetê tekoşîn bê bilid kirin."

(zt)