Hatice Almaca ya CHP yî: Divê muhalîf ji bo Farqînê rojavayê Tirkiyê rake ser piyan

09:14

JINHA

STENBOL - Cîgira Seroka Navenda CHP'ê ya Stenbolê Hatice Almaca diyar kir ku li şona rawestanê bila muxalîf ji bo Farqînê aliyê rojavayê Tirkiyê rake ser piyan. Endama Komeleya Vicdani Ret û yek ji avakara Navenda Lêkolîn û Perwerdê ya Bêşidetiyê Hulya Uçpinar jî da zanîn ku bi berjengên 'dijminiyê' li herêmê ti rewatiya êrîşên tên kirin nîne.

Li Farqînê dibin qedexeya derketina kolanan de her diçe şer giran dibe. Ji 3 taxên Farqînê hîna agahî nayê girtin. Li hemberî rewşa tê jiyîn ji aliyê rojavayê Tirkiyê bertek zêde dibin. Cîgira Seroka Navenda CHP'ê ya Stenbolê Hatice Almaca destnîşan kir ku ji bo li Tirkiyê dawî li bûyerên şidetê bên divê Farqîn bê dîtin. Hatice bilêv kir ku cardin AKP'ê deshilatî girt, muxalîf rewşek bêdeng girtiye.

'Dewlet dixwaze çavê kurdan bitirsîne'

Hatice anî ziman ku 11 rojin hêzên dewletê Farqîn bê av, xwarin û elektirîk hêlane û li wê binpêkirinê mafan dike û wiha domand: "Dixwazin bi van êrîşan çavê gelê kurd bitirsîne. Lê bi van kirinên xwe rola sê meyîmunan dilîzin. Mirov mehkumê bê derfetiyên pêdiviyên wan ên bingehîn hatine kirin û mehkumî mirinê dikin. Hikumetê aliyê xwe guhert, pêvajoya çareseriyê xist piş deriyê girtî û bi her awayî binpêkirinên mafan didin jiyandin."

'Ma gelo AKP'ê evqas tirs çêkiriye her kes bêdeng bûne?'

Hatice bêdengiya li hember rewşa Farqînê rexne kir û got: "Farqîn cihê ku herî zêde civak bêdeng kiriye. Ma gelo AKP'ê evqas tirs çêkiriye? Ji xwe em tiştekê ji mediyaya deshilat hêvî nakin. Em qala mediyayek a bi hişmendiya 17-25'ê kanûnê jibîr bikin dikîn. Ji bo wê em bêjin organa çapemeniyê ya deshilatiyê hîn baştir dibe. Wêdemê kî dimîne? Li Farqînê bi rojane agahî ji mirovan nayê girtin. Rewş çawaye agahiya kesê nîne."

'AKP hewildide deverên ku deng negirtiye paqij bike'

Hatice derbirî ku êdî deverên ku deng nedane AKP'ê weke "deverên bên paqijkirin û belavkirin" tên dîtin, di heman demê de ji bo bêhêz kirina HDP'ê jî dest bi projeyek sîstematîk kiriye û wiha berdewam kir: "Gelê sivîl li taxan, bajarokan û gundan hewildidin xwe biparêzin. Ji ber ku baş dizane AKP dê hewilbide deverên jiyanê weke deverên xeyaletan lêbike. Welatî jî dê hewilbidin cihên lê hatine dinê û jiyan kirine biparêzin. Divê muxalîfên welat vê berxwedanê bibînin."

'Farqîn bi qasî 3-5 daran biqîmete'

Hatice diyar kir ku divê bê nîşanî aliyê rojavayê Tirkiyê kirin ku Farqîn bi qasî 3-5 daran biqîmete û wiha dom kir: "Ji ber ku li pêşberî me diktatorek faşist yê bi hemû hêza xwe hewildide me tine bike heye. Roj ne roja lorînên hilbijartinê ye. Roj roja bilindkirina berxwedanê û hevgirtina aliyê rojhilat û rojavayê welatê."

'Êrîşên ser Farqînê bêhiquqîne'

Endama Komeleya Vicdani Ret û yek ji avakara Navenda Lêkolîn û Perwerdê ya Bêşidetiyê Hulya Uçpinar jî destînan kir ku ti aliyê hiquqiyê îlana qedexeya derketina kolanan nîne û wiha axivî: "Dewlet hewildide deshilatiya xwe li ser deverên ku deshilatiya wan napejirîne bi îlana qedexeya derketina kolanan bisepîne. Li cihê hemû welatiyan wek hev bibînin û pêdiviyên wan dabîn bikin, pêdiviyên mirovan ên herî sereke av, xwarin û ceyîranê ser wan qut dikin û mafê wan ê herî xwezayî binpê dikin. Di alên 1990'an de dewletê bi rêya JÎTEM, cerdevanan û îtirafkaran ev binpêkirinên mafan bi dizî dikirin lê niha bi aşkira dikin. Êdî pêdiviya veşartinê jî nabîne, bi qedexeya derketina kolanan û operasonan dikin. Li ser welatiyên weke 'dijmin' lêdinêre êrîşên topyekun dane despêkirin. Divê ev binpêkirinên mafan bên rakirin."

(zt)