Selma Irmak: Roj roja parastinê ye
12:00
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED- Hevseroka KCD'ê Selma Irmak dorpêçkirin û êrîşên dewletê yên li ser gelê kurd nirxandin û diyar kir ku êrîşa li ser hilbijêrên kurd bi hişmendiye. Selma wiha got: "Li tu derî nehatiyê dîtin ku zalim bi ser ketine. Eger îro gel li hemberî zilmê radibe ser piyan ev tê weteyê ku hilweşandina zilmê nêz e."
Li navçeya Farqîna Amedê 12 roj deketina derva hat qedexekirin û polîsan êrîşê welatiyan kir. Hevseroka HDP'ê ya Giştî Fîgen Yuksekdag û hilbijerên HDP'ê yên ku ji bo rawestandina êrîş û komkujiyê çûn Farqinê, lê polîsan êrîşê Fîgen û hilbijeran kir.
Hevsaroka KCD'ê Selma Irmak pertek nîşanê êrîşên li ser hilbijêran da û diyar kir ku ji hilbijartian 7'ê Heziranê şun de 700 kes jiyana xwe ji dest dane. Selma anî ziman ku li Tirkiyê û Kurdistanê polîtîkayên qirêj tên kirin û ehleqekî şer jî nîne.
'Hiquqekî jiyanê heye'
Selma diberdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hiquqekî jiyanê û şer heye û wiha pê de çû: "Di dîrokê de diktatorên herî dijwar Hîtler bû. Lê Hîtler jî li gorî hiqûqên şer êrîş dikir û gorîstanan talan nedikir. Şerê ku tê jiyandin bê wete û bê ehleqiye. Dewleta Tirk tu hiquqê nas nake û mirovan bi hovane qetîl dike. Ev nêzikatî ne bi gorî rêbazên şer in û dibê dewlet hesabê bide gel."
'Hikûmeta AKP'ê suc dike'
Selma bal kişand li ser têkoşîn û daxwaza biratî û aştiyê û wiha got: "Ji dîrokê heya niha gel û hilbijêrên kurd ji bo aştiyê têdikoşin. Lê em dibînin ku dewlet ne bi me re ye û ligel daxwaza me êrîş û komkujiyan dike. Dewlet li ser têkoşina gel bandorên neyînî dihêle û gel teşvîkî şer dike. Di salên 90'î de jî li Kurdistanê şer û polîtîkayê qirêj dihat meşandin. Gelê kurd bi berxwedan û israra aştiyê bersiv da. Hikûmeta AKP'ê niha suça şer dide meşandin. Dê AKP hesabe van êrîş û kuştinan bide gel."
'Êrîşê li hemberî hilbijêran bi plan bû'
Selma li ser êrîşên hilbijêrên kurd û Hevseroka HDP'ê ya Giştî Fîgen Yuksekdag jî ev tişt anî ziman: "Hilbijêrên ku ji bo rawestandina şer û pêvçûnan çûn Farqinê rastî êrîşên polîsan hatin. Ev êrîş ne tasadûfin bi plan hat kirin. Dewlet bi plan û zanabûn êrîşê hilbijêran kir. Dewlet êrîşê îradeyên gel dike û parlementerên HDP'ê tune dibîne. Di rastiya xwe de ev êrîş li ser gel gef e."
'Roj roja parastina cewheriye'
Selma axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Serkeftina me dê bi berxwedanê çêbe. Divê em rabin ser piyan û li hemberî zilmê li ber xwe bidin. Roj roja berxwedan û parastina cewheriye. Eger îro hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên şer êrîşê gel bike. Divê gel jî bi parastina rawa bersiv bide."
(ho/rc)