Meclîs zimanê milyonan wek X naskir
11:21
Mijdar
18
/ 2015
JINHA
ENQERE - Parlementera HDP'ê ya Agirî Leyla Zana di merasîma sondê de bi Kurdî gotina 'Bi hêviyê aştiyekî bi rûmet û mayînde' di girtenameya Meclîsê de wek 'X' derbas bû. Meclîsa ku ziman nasnake di girtenameyan de X nivîsand.
Parlementera HDP'ê ya Agirî Leyla Zana di merasîma sondê de berê xwe da cihê ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan lê rûniştî û got, "Bi hêviya aştiyekî bi rûmet û mayînde". Gotinê Leyla Zana a bi Kurdî wek X derbasî girtenamyê meclîsê bû. Meclîs statuya zimanê ku bi milyonan mirov bi kartînin nasnake dît.
(rc)