Jinên siyasetmedar: Divê jin bi têkoşînek bilind li qadan bin

10:31

JINHA

STENBOL- Parlementera HDP'a Stenbolê Hûda Kaya got, "Bi rihê bûyîna Meryeman, Zeynepan em bang li tevahî jinan dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin." Parlementera CHP'ê a Îzmîrê Zeynep Altiok jî got, "Li dijî pergala şîdetê a 13'e salan têkoşîna hevpar şerte." Cîgirê Serokê Giştî a EMEP'ê Şûkran Dogan diyar kir ku, li Tirkiyê berdewamiya şîdeta ser jin di çerçoveyê hebûna dewletê de tê rêvebirin û banga têkoşînê kir.

Li Tirkiyê şîdeta ser jin her ku diçe zêde dibe. Bi taybet hêzên dewletê bi amûrên cûda armanc dikin ku civakê hilweşînin. Di çerçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li hemberî Şîdeta li dijî Jinê, de Parlementera HDP'a Stenbol Hûda Kaya, Cîgirê Serokê Giştî a EMEP'ê Şûkran Dogan û Parlementera CHP'ê a Îzimîrê Zeynep Altinok bi bangek giştî wiha gotin: "Divê îsal jin li gorî 25'ê Mijdara sala borî bi têkoşînek bilind, bi rêxistinkirî û bi hêztir li kolanan û qadan bin."

'Hem jin hem jî mirovahî rûbirû hovîtiyek mezin e'

Parlementera HDP'a Stenbol Hûda Kaya destnîşan kir ku şîdeta li hember jin hem li Rojhilata Navîn û hem jî ser rûyê erdîngeriya cîhanê tevahî didome û wiha got: "Hem jin hem jî mirovahî rûbirû hovîtiyek mezin e, em di demek tarî re derbas dibin. Sedema xirabiyê ji hişmendiya rêveberina desthilatdariyê ye. Ji ber vê mirovahî ber bi kaos û hovîtiyek ve tê birin. Eger em dixwazin têkoşînek antîkapîtalîst û antîemperyalîst bidin, divê em bingeha rêvebirina bi rengê jin pêk bînin. Bi têkoşîna xwe çiqas em şîdeta ser jin kêm bikin em ê ewqas mirovahiya ser rûyê gerdûnê ji hovîtiya mezin rizgar bikin. Ez hemû jinên ku têkoşîna hebûnê didin û jinên ku pêşengiya têkoşînê dikin silavdikim. Bi rihê bûyîna Meryeman, Zeynepan em bang li tevahî jinan dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin."

'13 sale li hember jinan rejîma şîdetê heye'

Parlementera CHP'ê a Îzmîrê Zeynep Altîok diyar kir ku şîdeta ser jin her ku diçe zêde dibe û got: "Li vî welatî mirov nikare bêje tenê şîdeta fîzîk heye. Şîdet, ji mafê jiyanê bê par hêştin, şîdeta derûnî, biçûk xistin û di civakê de hebûn tune kirine. Em li her qadê rastî şîdetê tên. Jiyan ji bo jin êdî bûye wek tehdîdek. Ê ku alîgirê vê hişmendiya şîdetê dike rejîma 13 sal e." Zeynep destnîşan kir ku bi piştgiriya hikûmeta AKP'ê hişmendiya Îslamî jinê tune hesab dike û bi riyê perwerdeyan hişê ku jin tenê wek metayeke dide rûnişkandin. Bi amedekariyê bingehek bi vî aweyî di warê hiqûqî de jî mêr tên parastin. Divê em bikevin vê zanabûnê û têkoşîn bidin. Pêwîste em li her qadê cih ji jinan re avabikin û jinan teşvîkê kar bikin. Divê em zanistî pêşbixin."

'Hewldidin bi şîdeta dewletê ser şîdeta mêr bigrin'

Cîgira Seroka Giştî a EMEP'ê Şûkran Dogan diyar kir ku şîdeta dewletê û di cihek ku şer lê tê berdewam kirin şîdetê mêr a li ser jin rewa tê dîtin û wiha got: "Bi şer hewl tê dayîn ku pêşiya têkoşîna jin bê girtin. Şer şîdetê zêde dike. Şer ji aliyek şîdeta ser jin zêde dike, ji aliyê din ve jî ser têkoşînê digre. Mînakên vê jinên ku li Ferqîn, Nisêbîn hatine qetil kirine. Li ser dîwaran nivîsên ku jin biçûk bixin û her tişt rewa dike tên nivîsandin. Şîdet bingeha xwe ji dewletê digre. Di demên dawî de sûcdarên ku jin tecevûz, tacîz û qetil kirine bi hinceta 'tehrîk' kirine kêm ceza lê tên birîn. Ji ber ên ku li ser kar heman hişmendiyê xwedî dikin. Ji bo em li hember şîdeta dewletê a rêxistinkirî têbikoşin divê em dakevin qadan. Bi têkoşînek ku em hev hemêz bikin, li bendê tevahî jinanin ku roja 25'ê Mijdarê li qadan dengê xwe bilind bikin."

(rc)