Feleknas Uca pirsgirêka welatiyên Êzidî xist rojeva meclîsê
16:02
JINHA
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca pirsgika welatiyên Êzidî yên li wergeha AFAD'ê dimînin xist rojeva meclîsê. Feleknas di meclîsê de anî ziman ku ketin û derketina leşker û polîsên tirk ya li kampê û astengî bandorê wê li ser jin û zarokên Êzidî dike.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê ya Feleknas Uca pirsgirêka welatiyên Êzidî yên ku ji ber çeteyên DAIŞ'ê ji cih û werên veqetiyana û li wergeha AFAD'a navçeya Nîsêbînê bi cih bûn, xist rojeva meclîsê. Feleknas da zanîn ku hebûna leşker û polîsan a li ber deriyê wergehê li ser jin û zarokên Êzidî bandor dike û ji Wezareta Polîtîkaya Malbat û civakê Sema Ramazanoglu û Serokwezîr Ahmet Davutoglu pirsî ku karê leşkeran li wir çi ye?
Di pêşniyarnameya Feleknas de ya ku ji bo TBMM'yê qala têkoşîna jinê ên li hemberî zilmê hate kirin. Dîsa di pêşnameya Feleknas de hat desnîşankirin ku di dagirkirina DAIŞ'ê de 4 hezar jin û 7 hezar zarok ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revendin û qetilkir. Feleknas bal kişand li ser jiyana Êzidiyên ku di wergehên AFAD'ê de dijîn û gok ku hebûna leşker û polîsên li wergehê li ser jin û zarokan bandorek neyînî dihêle û gelê Êzidî ji wan ditirse.
Di pêşnameyê de ev pirs ji Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê hat pirsîn
Li wergeha Êzidiyan ên ku navçeya Nîsêbînê hatine bicihkirin , hejmara leşker û polîsan, maşîneyên zirxî û TOMA'an çend in?
*Ev salek û niv li wargeha ku Êzidî lê dimînin çi ma top û tengên leşkerî lê tên bi cih kirin.
*Gelo Wezaretên we ji bo jin û zarok cardin rastî êrîşan neyên çi kirine û ewlehiyek çawa dan destpêkirin.
Ji Serokwezîr jî ev tişt hat pirsîn
*Gelo îdayên wek bi dest pêkirina qedexehiya derketina derve re polîs û leşker bi maşîneyên xwe yên zirxî û top û tangan dikevin wergehê rast e an na.?
*Eger ku rast be çi karê leşker û timên taybet li wergehê heye?
(ho/rc)