Gulser Yıldırım: Xendek bahaneye, armanca AKP'ê kolekirina kurdane

09:22

Zehra Dogan/JINHA

MÊRDÎN - Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim bi îlana qedexeya derketina kolanan dem dem êrîşên AKP'ê ser herêmên rêveberiya xwe ya xweser avakirine nirxand û got: "Xendek bahaneye, armanca AKP'ê şikandina vîna kurdane, ji ber ew civakek kole dixwaze. Ev êrîş ne tenê ser kurdan, ser hemû gelên muxalîfên li Tirkiyê berdewam dike, ew dixwazin sazumaniyek faşîst avabikin."

Li taxên Firat, Abdulkadirpaşa, Yenişehir û Dicleyê yên ku ji 29'ê Mijdarê heya niha 5 rojan dibin qedexeyê de êrîşan berdewam kirî roja borî qedexe hatibe rakirn jî lê dorpêça ser taxan berdewam dikin. Di derbarê qedexeyên demên dawiyê 5 carin ser hev qedexeya kolanan bê îlankirin, polîtîkayên AKP'ê û berxwedana Nisêbînê de Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a ku ji despêkê heya niha bi gel re di nava berxwedanê dene nirxandin kir.

'AKP kurdan weke dijmin dibîne'

Gulser di derbarê polîtîkayên AKP'ê de wiha axivî: "Her diçe AKP polîtîkaya xwe ya kolekirinê ser gel dida sepandin, gel jî li hemberî vê daxwaza xwe rêveberiyê kirin. Li hemberî wê jî AKP'ê bi hiquqa xwe ya kêmaniya li Kurdistanê desturê nade rêveberiyên gel û êrîş dike. Bi milê welatiyan digirin û bi zorê ji malên wan derdixin. Gel naxwazin malên xwe yên bi keda sed salan bi hezar zoriyan avakirî bihêlin. Ji ber salên 1990'an jî li ber çavane, gelê kurd dizane cihê xwe berdin jî cihê biçinê jî rastî heman polîtîkayê tên. Yên axa xwe terikandine hîn zêdetir zilmên mezin dîtine. Ji bo wê jî êrîşên AKP'ê ser gel û navendên jiyanê berdewam dikin. Dewleta ku berê bi faîlên kiriyar nediyar kurd qetildikir, niha jî li kolanan heta zarokan jî qetildike û weke 'teror' dide. Nêrîna AKP'ê li kurdan eve. Ji bo wê ye kurd jî li hemberî wan ketina neva berxwedanê."

Gulser got: "AKP li gorî keyîfa xwe qedexeya derketina kolanan îlan dike." Gulser anî ziman ku AKP tayîbetî jî li bajarên di salên 1990'an de bûne kelha berxwedanê Cizîr, Nisêbîn û Dêrikê xwedexeya derketina kolanan li gorî keyîfa xwe îlan dike û sebera gel dixe zorê û wiha domand: "Xendek bahaneye, armanca AKP'ê şikandina vîna kurdane, ji ber ew civakek kole dixwaze. Ev êrîş ne tenê ser kurdan, ser hemû gelên muxalîfên li Tirkiyê berdewam dike, ew dixwazin sazumaniyek faşîst avabikin."

'Gel ku di ferqa hişmendiya paşde biçe dê winda bike deye'

Gulser wiha berdewam kir: "Ji dîroka Tirkiyê heya niha her dem deshilatiyê bi polîtîkaya înkarê gelên dinê tine hesab kirine. AKP olê îslamê jî dixebitîne û bi wê polîtîka dike. Ji bo wê jî heya destê xwe dirêjî Rojava dike û alîkariya DAIŞ'ê dike. Gelê kurd piştî evqas bedel di ferqa paşde biçe dê winda bike dene, bi wê hişmendiyê li ber xwe dide. Ne bi tank û topan divê ser masê çareseriyek bê danîn, ji wê zêdetir çar nîne."

(zt)