Seher Akçinar: Xala herî dawî runiştina ser masê ye
11:03
Rojbin Kaçan / JINHA
AMED - Endama DÎK'ê Seher Akçinar Bayar diyar kir ku divê demek beriya demekê dawî li pêvajoya êrîşan bê û wiha got: "Divê demek ji ya dinê zutir ji pêvajoya şer derbazî pêvajoya muzakereyan bibin. Ji ber tenê pirsgirêka kurd dikare ser masê bê çareserkirin û dawiyê maseye. Pêdiviya gelê kurd û gelên li Tirkiyê bi aştiyê heye. Kurd heya dawiyê li peyî vê daxwaza xwe ne."
Li Kurdistan û Tirkiyê polîtîkaya 7'ê Hezîranê ya AKP'ê berdewam dike. Emdama Şuuresiya Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) ê Seher Akçinar Bayar berxwedana gelê kurd a li hember qedexeya derketina kolanan ku li Kurdistanê berdewam dike û dibin navê qedexeyê de her roj mirovan qetildikin de nirxandin kir. Seher da zanîn ku divê di nava pêvajoyê de gel bertekên xwe nîşan bidin.
'Bi înfazan AKP di 1'ê Mijdarê de bû deshilat'
Seher destnîşan kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê kurdên li Kurdistanê dijîn pirsgirêkên mezin jiyan dikin û wiha domand: "Di pêvajoyê de hema hilbijartina pêşwext xistin rojevê. Di nava pêvajoyê de bi bêmafî, tindî, binçavkirin, girtin û înfazan di 1'ê Mijdarê de bi serê xwe bû deshilat."
'Qedexeya derketina kolanan bêmafiya herî mezine'
Seher bilêv kir ku ew di pêvajoyek dijwar re derbaz dibin û wiha berdewam kir: "Pêvajoya qetilkirina Tahir Elçi, li Sur, Farqîn, Gimgim, Giyadin, Şirnex, Slopî û Cizîrê îlana qedexeya derketina kolanan me pir dide zorê. Ev hemû bi serê xwe bêmafîne. Ji ber di her qedexeya derketina kolanan de em bi qetilkirinên sivîlan re ru bi ru dimînin. Li Cizîrê di qedexeya derketina kolanan de me ji 17'an zêdetir sivîl qeyîb kirin. Ji xwe qedexeya derketina kolanan bi serê xwe binpêkirina mafane."
'Di dawiyê de pirsgirêka kurd ser masê dikare bê çareser kirin'
Seher anî ziman ku di pêvajoyê de gelê li hember êrîşan li ber xwe didin bi qirkirinê terbiyekirin rewşek gelek girane û wiha dom kir: "Em hêvîdarin ku ev êrîş demek kin bidawî bibin. Ji ber herî dawî pirsgirêka kurdan dikare ser masê bê çareserkirin. Pêdiviya gelê kurd û gelên li Tirkiyê dijîn demek ji ya dinê zutir bi aştiyê heye."
'Ji ber ku kurd di asetk hêzdar denin dixwazin wan bitepisînin'
Seher wiha berdwam kir: "Piştî qedexeya derketina kolanan her devera em diçinê vegeriyaye qirabeyan. Em nikarin têkevin deverên dibin qedexe û dorpêçê de. Qetilkirina ciwanên biçuk, qirkirinên sivîlan û xirakirina malan di aliyê me de nayê pejirandin."
(zt)