Jinên HDP'ê amadekariyên konferansa jinan dikin
11:47
JINHA
ANTALYA - Kordînasyona Jinan a HDP'a Antalyayê, dest bi xebatên konferansa jinan a di 15'ê Çile de li Enqereyê pêk bê, kirin.
Kordînasyona Jinan a HDP'a Antalyayê, berî Konferansa Jinan a di 15'ê Çile de li Enqereyê pêk bê, li Antalyayê civîyan û dest bi xebatê kirin. Endama Meclîsa HDP'ê Fîlîz Koçalî û nûnerên hemû semt û navçeyên Antalyayê amade bûn. Fîlîz, xwest bigêjin hemû jinên Antalyayê û bibin bersîva pirsgirêken wan. Hevseroka HDP'ê ya Antalyayê Zarif Atik jî xwest hemû jinên Kurdistan û Tirkiyeyê di nava piştevanî û şêwirmendiyê de bin. Di civînê de xwestin her kes beşdarî civîna fireh a di 2'ê Çile de li Antalyayê pêk bê bibin.
(zt)