'Dewlet berê çeteyên DAIŞ'ê da Kurdistanê'

10:16

Bêrîtan Elyakut-Asiye Tekin/JINHA

AMED - Endama DIK'ê Hacer Ozmen destnîşan kir ku, dewlet ji bo polîtîkayê çeteyên DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn pêk were berê wan daye axê Kurdistanê û wiha got, "Eger îro li Ferqîn Nisêbîn, Sur, Gever û Dêrikê polîtîkayê komkujiyê tê pêk anîn, tê wateya ku ev komkujiyane bi destê çeteyên DAIŞ'ê tê pêk anîn. Şerê li Kurdistanê wek jin em ê tu carî nepejrînin û em ê têkoşîna xwe li hember vê bilind bikin."

Çeteyên DAIŞ'ê bi êrîşên xwe ên li hember axên Rojhilata Navîn, dixwast di bin navê Îslamtiyê de polîtîkayên xwe ên dagirkirinê pêk bîne. Êrîşê çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê hêzên YPJ û YPG'ê ve hat vala derxistin. Endamên DIK'ê êrîşê çeteyên DAIŞ'ê û polîtîkayên ku dixwazin li ser jin bi jiyanî bikin ji JINHA'yê re nirxandin. Endama DIK'ê Şîmel Begîk derbarê polîtîkayên qirêj ên li Rojhilata Navîn hember jin tê pêk anîn nirxand û wiha got, "Hinek hêz dixwazin Rojhilata navîn di bin navê olê de dagir bike. DIK'ê sala 2014'an de li hember van polîtîkayan kongreyek pêk anî. Bi kiryarên xwe heqeretê li olê dikin. Cihê vê gemariyê, zilmê û bê adeletiyê di Îslamê de nîne."

'Di Îslamiyetê de parastina cewherî heye'

Şîmel diyar kir ku, ji bo balê bikşînin ser pirsgireka jin dê xebatê jinan bidin despêkirin û mîsyona pêşengiya azadiya jin bidin pêş. Şimel da zanîn ku her kes di ferqa kiryarên hovane ên çeteyên DAIŞ'ê ne û wiha domand: "Kiryarên DAIŞ'ê ên li hember jinên Êzidî cihê xwe di ti pirtûkan de nagre. Di Îslamtiyê de gelek rengbûn û aramiya jiyanê heye. Ne li hember ziman, bawerî, ol, zayendî û nîjadiye. Di olê de çiqas şer pêk werin jî kez xwe nêzî jin nakin û ziyanê nadin. Parastina cewherî ne tenê mêr dike, heya pêwîstî hebe jin jî dê parastina xwe yê cewherî pêk bîne. Ji ber di xwezayê mirovan de parastin heye."


'Tevgera azadiya Kurd xwest jin xwe nasbike'

Endama DIK'ê Hacer Ozmen jî anî ziman ku Tevgera Azadiya Kurd bi kedên mezin heya van rojan hat û got, bi têkoşîna jinên ku cihê xwe di tevgera azadiyê de digre dîroka ji nûde hatiye nivîsandin. Hacer got: "Tevgera Azadiya Kurd tevgerek mezine. Pergala kapîtalizmê DAIŞ'ê derxist holê. Armanc jî têkoşîna jin çewsandine. Lê tevgera azadiya Kurd zanistiya rêxistinbûnê bi jinan re pêşxist û jin ji tundiyê mêr rizgar dike. Xwest jin xwe nasbike. Ev yek jî ji bo pergala kapîtalizmê wek tehdîteke. Eger YPJ'ê îro têkoşînek bi serkeftî bi dest xistibe ne tenê li hember çeteyên DAIŞ'ê ye di heman demê de li hember pergalê serkeftin bi dest xistiye. Divê her kes li hember hêzên dagirker têkoşîna xwe bilind bike."

'Dewlet berê çeteyên DAIŞ'ê da Kurdistanê'

Hacer qala polîtîkayên desthilatdariyê ya li Rojhilata Navîn kir û got, hêzên hegomon xwestin axê Suriyê bi dest bixin û ev yek jî bi polîtîkayê tune kirina jinan e. Hacer wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi navê Îslamiyetê dixwazin gel bi hovitiyê bixapînin. Em rastiyê olê dizanin û li gor wê dijîn. Polîtîkayê çeteyan a li Suriyê dema ku têkçû vê carê dewlet berê çeteyan da bakûrê Kurdistanê. Eger îro li Ferqîn Nisêbîn, Sur, Gever û Dêrikê polîtîkayê komkujiyê tê pêk anîn, tê wateya ku ev komkujiyane bi destê çeteyên DAIŞ'ê tê pêk anîn. Şerê li Kurdistanê wek jin em ê tu carî nepejrînin û em ê têkoşîna xwe li hember vê bilind bikin."

(rc)