Selma Irmak: Ev hişmendiya azadiyê nîne, rewakirina îşkalê ye

10:07

Mizgîn Tabu /JINHA

AMED - Hevseroka KCD'ê Selma Irmak bersiv da gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên "Emê deverên welat ên dibin çembera agirdene, vegerînin cihê aramiyê û bikin herêmên azadiyê." û got: "Ev ne hişmendiya azadiyê ye, rewakirina îşkalê ye."

Serokwezîr Ahmet Davutoglu berî ziyareta Bulgaristanê li Hewalimaniya Esenboga yê bi rojnamegeran re hat bahev û gotinên; "Emê deverên welat ên dibin çembera agirdene, vegerînin cihê aramiyê û bikin herêmên azadiyê" kir. Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) ê Selma Irmak girêdayî axaftinên Serokwezîr nirxandin kir û got: "Ev ne hişmandiya azadiyê ye, rewakirina îşkalê ye. Dixwaze di raya giştî de hişmendiyek cuda ya îşkalê bide avakirin. Lê axaftinên wî bi piratîka wan re qet jî hev nagire." Selma li Rojhilata Navîn dewirbûna Saddam û paşê şandina leşkerên Emerikayê ya herêmê bibîrxist û wiha domand: "Wê demê Serokwezîrê Emerîka yê demê wêha gotibû; 'Em li Îraqê tevgera azadiyê çêdikin.' Lê di rastiyê de ew tevgerek a îşkalê bûye. Li vêderê derfetên bi hev re jiyankirina du gelan nadin çêkirin. Berevajiyê wê gotinên weke 'Emê şêwe bidin we, emê ji bo we welatek nû avabikin. Emê biriyara dê kî we rêvebibe jî bidin' dikin. Ji xwe hun tiştek ji azadiyê tênagihin. Emê azadiya we jî avabikin."

'Ticarî hêzên îşkalê li hember berxwedana gelan biserneketine'

Selma da zanîn ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Tirkiyê niha beşek ji welat ji derveyî welatê xwe hesibandiye û dixwaze bi hêzên îşkalê carekdinê bidest bixe û wiha berdewam kir: "Bi îsrar Serokwezîr dibêje; 'Sivîl nemirine. Yên mirine hemû teroristin.' Yên ji nava vê pergalê derkevin, vê îşkalê ne pejirînin muxalîf bisekinin ji xwe hemû di çavên wî de terorîstin. Ev jinek ducanî dibe, dayîkek 70 salî dibe, zarokek 10 salî dibe, heta dikare zarokek 35 rojî jî bibe. Li Kurdistanê rewşek wiha heye. Lê em ji tecrubeyên xwe yên dîrokê dizanin dê nikarin li hemberî berxwedana gelan biserkevin. Ji ber ku di dîrokê de ti hêzên îşkalê li hember berxwedana gelan bi ser neketine. Weke demboriyê dê di dahatoyê de jî bi heman şêweyî be."

'Ev tevgera îşkalê ye'

Selma destnîşan kir ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu ser hinek gotinên jiber kiriye diçe û bersiva pirsa 'Gelo ji qesta wî ji azadîbûnê çiye? jî wiha bersivand: "Niha li Kurdistanê ya tê jiyankirin ji şerek navxweyî derketiye tevgera îşkalê. Bi tang, topan û leşkeran dikevin hindivê taxan, bajaran, gundan û her deran. Bê hesav sivîlan qetildikin. Ji derveyî OHAL'ê divê têgihek din ji vê rewşê re bê danîn. Ev tevgera îşkalê ye."

'Têgiha paqijiyê mirin û qirkirine'

Selma bilêv kir ku êdî tiştên li Kurdistanê tên jiyankirin hatiye rewşek wiha ku bi çavgirtina liyê Tirkiyê jî nabe û wiha dom kir: "Têgiha azadiyê ya Davutoglu teslîm girtina raya giştî û her kes di qirkirinê re derbaskirine. Ji gotinên wan ên her mal û tax paqijkirinê qesta wan dibe çî bibe? Ji xwe paqijiyê tê zanîn. Ev gotinek di lîteratora dewletê de ji gelê kurd hatiye gotin. Ev gotin ji bo hêza berxwedanê hatiye gotin. Berê herî zêde ji bo PKK'ê gotinên weke paqijkirin û koka wan zuhakirinê bikaranîne. Ji xwe gotina paqijiyê qirkirine. Gelo yên di malan de runiştine kîne, dê wan paqij bikin? Ew welatiyên herêmêne, yanî gelê wê herêmê. Gelo di taxan de kî dirunin? Bêgoman welatiyên wê taxê ne. Qesta wan ji mal bi mal û tax bi taxê eve. Qesta wan heya niha li nava kolanan gel gulebaran dikirin, dê vêcarê jî têkevin tax taxan û mal bi malan her kesê qetilbikin. Heya teslîmbûnê, axaftinên wan tên vê wateyê. Em dikarin bêjin ev pêvajoyek gelek tehlîkeye."

'Em bi vê dewletê re nikarin bijîn'

Selma mutabakata Dolmabahçeyê jî bibîrxist û got: "Ji mutabakatê heya 'yek bi yek paqijkirina malan' hatin. Ev di nava çend mehan de bû. Çawan hat vê rewşê? Çiqas bi lezek mezin hatin? Bi kîjan armancê û kîjan hişî polîtîkayek wiha berdewam kirine. Em dikarin vekirî bêjin ku ev tiştên tên kirin ne di xizmeta gelên Tirkiyê dene. Tayîbetî jî hêviya gelên li Rojhilatê Firadê û tevahiya Tirkiyê dijîn HDP ye. Her diçe li Kurdistanê qetîn tê jiyan kirin. Êdî her diçe fikira em êdî nikarin bi vê dewletê re jiyan bikin zêde dibe."

'Dewletê aliyê rojhilat û rojavayê Tirkiyê ji hev cuda kiriye'

Selma peyama Waliyê Şirnexê ji bo mehmûr û mamostayan şandî jî bibîrxist û diyar kir ku ev rewşek gelek aloze. Selma bilêv kir ku peyama wan divê di gelek aliyan de bê bidest girtin. Selma destnîşan kir ku di salên 1980 - 1990'an demên herî rewş aloz de jî her kes ser karê xwe bûne, peyamên wiha nedane û wiha domand: "Ti deman mehmur ji herêmê nekişane. Bi tayîbetî jî cudahiyek wiha kirine, ji bo mamostayek ji Cizîrê negotine, tenê ji mamostayên aliyê Tirkiyê re gotine. Ji xwe bi van helwestan dewletê welat du parçe kiriye. Welat li rojhilat û rojava belav kiriye. Gelo ev nîşaneyên çîne? Em jî nizanin. Em hêvîdarin ku tiştên baş bên jiyandin."

'Divê em rêveberiyên herêmî di cih de bidin jiyandin'

Selma anî ziman ku ji xwe li herêma xwe mamostahî û karên dinê kirin li gorî projeya rêveberiya cewherî û xweseriyê hîn zêdetir başe: "Mamostayek li Kastamonuyê li devera lêye mamostahiyê bike diha baş dibe. Mamostayek ji herêma Mêrdînê li devera lêye bi zimanê wan zarokan perwerde bide hîn baştir dibe, di aliyê civakî û derunî de jî hîn watedar dibe. Ji xwe em vê dixwazin. Divê êdî rêveberiyê cewherî li her derê bên avakirin." Selma bilêv kir ku divê mamosta, bijîşk û hemû xebatkar her yek li devera lêye xizmetê bike.

Di dawiyê de Selma wiha got: "Hun derkevin emê li wê qirkirinê bikin. Ev tê wateya welatî li du qetegoriyan cudakirinê. Ev ji hev cudakirina welatiyane. Yekê digire bin parastinê yê dinê jî hedef digire. Ev tabloyek biêşe. Bi salane ji bo me cudakar dibêjin, lê cudakariya herî mezin bi rêyên fermî bi fermana walîtiyê tê kirin. Cudakariya herî mezin bi rêyên fermî dikin."

(zt)