Parlementerên HDP û CHP'ê yên berê li Meclisê dest bi nobetê kirin
14:31
JINHA
ENQERE - Bi telebên dawîkirina konsepta şerê li Kurdistanê berdewam dike parlementerên HDP û CHP'ê yên berê li Meclisê dest bi çalakiyê kirin. Parlementerên berê diyar kirin ku ew nobeta aştiyê digirin.
Bi telebên dawîkirina konsepta şerê li Kurdistanê berdewam dike parlementerên HDP û CHP'ê yên berê li Meclisê dest bi çalakiyê kirin. Li gorî agahiya ku Parlementerê HDP'ê Garo Paylan belavkirî di nava parlementerên HDP'ê yên dest bi çalakiyê kirî de Sebahat Tuncel û parlementerên CHP'ê yên di çalakiyê de Melda Onur jî hene.
Parlementerên HDP'ê Pervin Buldan, Filiz Kerestecioglu, Îdris Baluke û Garo Palyan jî alîkarî dan çalakiyê. Parlementerên berê di çalakiya nobeta aştiyê denin.
Di çalakiya nobetê de dovîzên weke "Aştî hema niha" û "Em jiyan û azadiyê diparêzin" rakirine, dê çalakî heya 17.00'an berdewam bike.
(zt)