Nursel Aydogan: Li hemberî qedexeyan em we vedixwînin mirovbûnê!
09:09
Mizgin Tabu-Beritan Elyakut/JINHA
AMED – Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan li Kurdistanê dibin îlanên qedexeya derketina kolanan de qirkirinên tên jiyankirin nirxand û got: "Em hikumetê vedixwînin mirovbûnê. Qedexeya derketina kolanan ne di hiquqa me de ne jî di hiquqa navnetewî de nîne. AKP bi qedexeya derketina kolanan suc dike."
Di derbarê qedexeyên derketina kolanan û qirkirinên sivîlan ên li Kurdistanê berdewam dike de Parlementera HDP'ê Nursel Aydogan wiha axivî: "Em van kirinan na pejirînin, em wan vedixwînin mirovbûnê. Her dema ku em li meclisê mafê gotinê digirin em girêdayî qedexeyên derketina kolanan û qirkirinên sivîlan ên li Kurdistanê berdewam dikin di axivin, ji bo ku li wê derê jî baldariyekê bidin çêkirin. Ji xwe di rojeva AKP û MHP'ê de nîne."
‘Dê deshilatî di dadgeha navnetewî de bê darezandin’
Nursel wiha berdewam kir: "Qedexeya derketina kolanan a li Surê berdewam dike, dixwaze rojek dixwaze 20 roj be, ev yek ne di hiquqa me de ne jî di hiquqa navnetewî de nîne. Ji ber wê jî ji meha tebaxê heya niha AKP bi îlanên qedexeya derketina kolanan tiştên der hiquq û zagonan dike. Em her dem suc kirina AKP'ê dibêjin û emê hîna jî bêjin. Em dizanin di dadgehên navnetewî de hinek bertekên wan lewazin. Lê dê ji ber îlanên qedexeya derketina kolanan di dadgehên navnetewî de bê darezandin."
Nursel balkişand ser kişana mehmur û mamostayên dewletê yên li Cizîr û Silopiya peyîwir dikirin û wiha got: "Ev nayê pejirandin. Ji cihê mamosta derketine, gel û xwendekarên dijîn. Gelo canê xwendekaran ji yê mamostayan bêqîmetire? Dê zu yan derneg AKP hesabê vê bide. Divê ev ji AKP'ê bê pirsîn gelo li cihê hun naxwazin mamosta û mehmurên dewletê bimirin hunê xwendekaran û gel qetilbikin?"
‘Ji bo Tirkiyeyek demokratik pêdivî bi hev re tekoşînê heye’
Nursel, di dawiyê de wiha got: "Dema ku AKP tekoşîna kurdan bitefîne, dê tekoşîna hemû hêzên muxalîfên aliyê Tirkiyê jî bitefînin. Ez hemû kesên di hişmendiya vê de ji bo Tirkiyeyek demokrat vedixwînim qadan bi hev re berxwedanê."
(zt)