Di 31'ê kanûnê de ji bo Surê meşa mezin
12:03
JINHA
AMED - Di 31'ê kanûnê de dê li hember qedexeya derketina kolanan û pîlana hilweşandinê hevserokên HDP, DBP, KCD, û HDK'ê, endamên KJA yê, akademîsyen, ronakbîr, nivîskar û rêxistinên jinan ber bi Surê ve bimeşin.
Li hember polîtîkaya AKP'ê ya ser Kurdistanê di 31'ê kanûnê de dê hilbijêr, akademîsyen, ronakbîr, nivîskar û rêxistinên jinan li Amedê kom bibin û ber bi Surê ve bimeşin. Di nava girseya li ber Şaredariya Bajarê Mezin kombibin de Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê Selma Irmak û Hatip Dicle, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Emin Ayna û Kamuran Yuksek, Hevberdevkên Kongerya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Figen, Yuksekdag û Selahattin Dermirtaş, Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) yê Ayla Akat Ata jî heyî dê ber bi Meydana Şêx Sait ve bimeşin û dorpêçê bişkênin.
Girêdayî mijarê daxuyaniya partiyên siyasî û rêxistinan wihaye; "Em di demek a polîtîkayên AKP'ê bi hemû tazîbûna xwe li ber çavan dijîn. Bila baş bê zanîn ku ev êrîş tenê ne li ser gelê kurd ser hemû gelên li Tirkiyê dijîn tê kirin. Ji bo wê jî divê di serî de gelê kurd hemû gelên li Tirkiyê dijîn, derdorên demokratên şoreşger û hemû kesên ji xwe re mirov dibêjin rabin serpiyan û li aliyê berxwedanê cîh bigirin. Ji bo qirkirinên mezin neyên jiyan kirin em banga çalakiyên lezgîn li her kesê dikin.
31'ê kanûnê (roja pêşemê) saet di 10.00'an de emê li hember êrîşên ser Sur, Kerboran, Cizîr û Silopiya li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bicivin, despêkê biçin Surê paşê jî ber bi Şirnexê ve bikevin rê.
Di meşê de dê hevserokên KCD, DBP, HDP, hevberdevkên HDK, KJA û rêxistinên civaka sivîl, ronakbîr, hevşaredar, akademîsyen û hunermend jî amadebibin.
Em bang li hemû gelên Kurdistan û Tirkiyê dikin beşdarî vê meşê bibin û hêzê bidin..."
(zt)