Di derbarê Fîgen Yuksekdag û Sultan Ulusoy de lêpirsîn

19:20

JINHA


AMED - Der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen yuksekdag û Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy de ji ber axaftinên wan ên Civîna Giştî ya KCD'ê de lêpirsîn hate destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Seroka Giştî ya ESP'ê Sultan Ulusoy de ji ber axaftinên ku di Civîna Giştî ya Kongereya Civaka Demokratîk (KCD) de kirine lêpirsîn da destpêkirin. Hate hinbûn ku Serdozgeriyê qeydên dîmenên civîna KCD'ê ya di 26-27'ê Kanûnê de lêkolîn kirine. Piştî lêkolînê der barê Fîgen û Sultan de ji ber axaftinên wan ên têkîldarî "xwerêveberî, xweserî, xendek û barîkat" de birya destpêkirina lêpirsînê daye. Hate hinbûn ku lêpirsin bi hinceta ku "propagandaya rêxistina terorê" "ji bo suc teşwîq" "gel teşwîqî îsyanê kirin" "yekîtiya dewletê xirakirin" "parçeyeke axa ku di bin serdestiya dewletê de ji îdareya dewletê cudakirin" dê bê kirin.

Der barê Fîgen de ji ber ku parlamenter e ji bo ku "destura lêpirsinê bê dayîn" "destnedayîna wê bê rakirin" ji Wezareta Dadê re fezleke hate şandin.

(zt)