Selma Gurkan: Ger kurd winda bike dê her kes winda bike
11:14
Tekoşin Tekin/JINHA
AMED - Seroka Giştiya Partiya Kedê Selma Gurkan diyar kir ku perçiqandina talebên kurdan ên azadiyê tê wateya perçiqandina daxwazên demokrasiyê yên gelên Tirkiyê. Selma bilêv kir ku divê gel li deklarasyona rêveberiyên cewherî xwedî derkevin û got: "li Tirkiyê ji bo li hember paşverutiyê ev daxwaz bên pejirandin, tenê xwedîlêderketin û piştevanîkirin têr nake. Di heman demê de pêdivî pêheye ku bi kurdan re tekoşîn bê kirin."
Seroka Giştiya Partiya Kedê (EMEP) ê Selma Gurkan di derbarê berxwedana rêveberiyên cewherî û 'Deklarasyona Çareseriya Siyasiya Rêveeriyên Cewherî' de nirxandin kir û wiha got: "Divê êdî tirk dest ji propagandaya reşkirinê berde, vê meselê bingeh bigirin û li rêyên çareseriyê bigerin."
'Divê bi gelê kurd re berxwedan bê mezinkirin'
Selma bilêv kir ku vîna tevgera siyaseta kurdan daniyî holê giringe û wiha domand: "Em dizanin daxwazên kurdan nasname, ziman, statoya siyasî û xwe rêveberine. Ev ji bo demokratîkbûna tirkiyê daxwazên giringin. Ev daxwaz ji bo pêşeroja Tirkiyê giringin. Divê li van daxwazan xwedîderketin hebe. Tenê xwedîderketin û piştevanî kirin têr nake, divê her kes li derdora gelê kurd bicivin û bi hev re tekoşînê bilind bikin."
(zt)