Fîgen Yuksekdag: Kîjan desthilatdarî li hember berxwedana gel ma...
13:51
JINHA
WAN - Hevseroka HDP’ê ya Giştî Fîgen Yuksekdag di konferansa jinên HDP’ê ya Wanê de axivî û got ku jin û ciwan li hemberî 10 hezar leşker, polîs û tîmên taybet pişt xendekan taxên xwe diparêzin û ev tişt got: “Jin bi kevirên xaniyên xwe dîwara xendekan çêdike û taxa xwe diparêze. Eger ku jinek li hemberî dewlet têbikoşe divê ew dewlet ji hêza gelê kurd bi tirse û bi gorî wê tevbigere.”
Rêxistina Jinên HDP’ê ya Wanê bi dirûşemaye “Em xwedî li reveberiya xweser derdikevin” konfesansa xwe ya asayî pêk anî. Konferans li Navenda Şewremendiya Jinê ya Rojînê hatê lidarxist. Heseroka HDP’ê ya Giştî Fîgen Yuksekdag, Parmentera HDP’ê Wanê Bedîa Ozgokçe, nûnerên HDP/ DBP’ê ya Wanê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, hevşaredarên navçeyên Wanê û gelek jin tevlî konfesansê bûn.
Li cihe konferasê pankartên li ser “Em bi demokrasiya bigehên bi rêxistin bibin û bi vîna jinê azada bibin”, “Me gotina xwe ya dawî got ku em ê xwedî li reveberiya xweser derkevin” û “Ji bo rêxistina xweser ya jinê ber bi têkoşinê ve biçin” hat daliqandin. Di konferasê de ji bo kesên ji têkoşina azadiya gelê kurd de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin. Piştî ku dîwan cihên xwe girtin axaftina vekirinê hate kirin. Endama HDP’e ya Wanê Gulcan Şîmşek a ku di dîwanê de cih girt li ser navê hemû jinan axivî û got ku rêveberiya xweser di serî de divê jin xwedî derkevin û jin ji bo azadiya xwe têbikoşin.
‘Jin jiyan e jiyan berxwedan e’
Piştî axaftina dîwanê Fîgen Yuksekdag ji bo axaftinê derket ser dîkê û bi kurdî hemû jinan silav kir. Fîgen di destpêka axaftina xwe de di rêveberiya xweser de rol û têkoşina jinê çi ye ragihand û diyar kir ku jin jiyan e, jiyan ji berxwedan e û wiha pê de çû: “Em baş dizanin ku êdî jiyan bi berxwedan û têkoşinê dê bi ser bikeve. Vê yekê jî jinên ku li bakûr û Rojavayê dan nişandan. Li Bakûrê Kurdistanê bi mehan e ku jin ji bo rêveberiya xweser li hemberî zilm û zordariyan li ber xwe dide û bi vînek mezin xwedî li berxwedana xwe derdikeve. Jinên ku ji bo azadiyê şer dikin û ligel jiyana xwe têdikoşin. Her wiha li taxên xwe bi zarokên xwe yên ku nû hatiy dinê ango hêj ne zayî re tên qetîlkirin.”
‘Dewlet welat parçe dike’
Fîgen desnîşan kir ku heya niha 61 zarok û 63’ê jin ji aliyê dewletê ve hatine qetîlkirin û ev tişt got: “Bi rojan e ku gelên welatek ji aliyê dewleta xwe ve bi hovane tên kuşitin û dewlet wek heq kiribin nêz dibe. Ez her tim dibêjim ku sedema raperîn û vê şer e ne gel e, dewlet bi xwe ye. Dewlet dibê ji ku teror dê welet ji hev veqetine, na ne wiha ye welatê ku dewlet ji hev vediqetîne gel bi vîn û berxwedana xwe biheve datine. Di rastiya xwe de dewlet welat parçe dike.”
‘Gel dê bi ser bikeve’
Fîgen got ku di cihanê de tu dewletên desthilatdar li hemberî berxwedana gel bi ser neketiye û dewlata tirk jî bi ser nakeve û dê gel bi berxwedana xwe bi ser bikeve û wiha domand: “ Êrîşa ku dewlet li ser gelê xwe dide meşanadin dijî mirovahiyê ye. Dewlet dibêje ku dê bi şer û êrîşan gelê kurd têk bibe. Ez dipirsim gelo kîjan deshilatdar li hemberî berxwedan û raperîna gel bi ser ketiye ku dewleta tirk bi ser bikeve. Eger dewlet bi top û tangên xwe bi bawer be. Gelê kurd ji bi vîna xwe bawer e. Gel tu carî têk naçe.”
‘Armanca me demokrasiye’
Fîgen li ser maqazagona nû jî ev tişt got: “Hemû partiyên xwedî desthilatdar li hev kom bûne û ji bo gelê Tirkiyê maqazagona nû çêdikin. Em meraq dikin gelo divê maqazagonê de ji bo gelê kurd çi heye, an jî ji bo karker û gelê bindest çi hatiyê amade kirin. Em baş dizanin ku ji bo gel tu tişt tune. Dema ku bi me re xwestin hevdîtinê bikin jî me qala vê yekê kir. Dema ku me qabûl nekir ji û di demokrasiyê de israrkir em rastî êşan hatin. Em ji bo demokrasî û gelê bindest hatin vê derê û têdikoşin. Eger ku em ji bo wan maqazagonek nedin avakirin em ji bo çi ketin meclîsê. Armanca me demokrasiye. Hûn faşîst in em jî gel in. Em ê bi berxwedana xwe faşîstiya we têk bibin.”
‘Bila dewlet ji hêza kurdan bitirse’
Fîgen di dawiya axaftina xwe de li ser têkoşîna jinên kurd ji axivî û wiha got: “Di hişmendiya desthilatdariyê de kuştina zarok û jinê heye û di serî de jin û ciwan li hemberî 10 hezan leşker, polîs û tîmên taybet pişt xendekan taxên xwe diparêzin. Jin bi kevirên xaniyên xwe dîwara xendekan çêdike û taxa xwe diparêze. Eger ku jinek li hemberî dewlet têbikoşe divê ew dewlet ji hêza gelê kurd bi tirse û bi gorî wê tevbigere. Em ê wek jinan têkoşin û berxwedana xwe xurtir bikin û ji zilmê re bêjin na.”
Piştî axaftina Fîgen Yuksekdag konferast ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
(ho-mc/rc)