Figen Yûksekdag: Biryarê me a têkoşînê zelal e

15:57

JINHA

AMED - Hevseroka Giştî a HDP'ê Fîgen Yûksekdag derbarê êrîşên hember meşvanên Surê de nirxandin kir û da zanîn ku ji bo ew biçin Şirnexê dê bi rêkevin û wiha got, "Em dikevin salek nû. 2015'an di nava gola xwînê de hêştin. Em dixwazin sala 2016'ê bêy ku xwîn were rijandin bibore. Em ê dev ji têkoşîna xwe yê rast bernedin. Eger îro em li berxwe nedin sibê em ê beramberî êrîşên meztir werin. Ji vir û pêve di her gavek xwe de em ê têkoşîna xwe meztir bikin."

Bi hezaran kes bi pêşengiya DBP, HDP, KCD û KJA'yê bi armanca şikandina dorpêça 30 ya li ser Surê xwestin meşek pêk bînin. Polîsên ku bi bariyeran rê girtin bi bombeyên gazê û ava şid êrîşê girseyê kir. Di êrîşê de hunermend û rojnameger jî di navde 20 kes hatin binçav kirin. Piştî êrîşan girse cardin li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin ba hev û li vir Hevseroka Giştî a HDP'ê Fîgen Yûksekdax peyivî. Fîgen destnîşan kir ku ji bo siyaset û çareserî cihê xwe bigre ew çalakiyên hemwextî pêk anîne û wiha got, "Heya ku dorpêç li ser civak û bajaran hebe, gotûbêjin siyasî û pêvajoyên çareseriyê ne mûmkine. Gavên despêk rakirina dorpêçane. Li cihek nava kolanê de wê zarok bimrin li cihek din jî wê zagonên bingehîn bên gotûbêj kirin, em vê yekê qebûl nakin. Em ne mecbûrin vê yekê erê bikin."

'Biryarê me a têkoşînê zelal e'

Fîgen diyar kir ku dexwazên demokrasiyê bi xendekan ve tenê tên girêdan û wiha berdewam kir, "Em ê destûr nedin ku sekna gelê me yê bi rûmet li pişt barîqatan dorpêç bikin. Gel bi terora dewletê re rûbirû maye. Em ê li kur daxuyanî bidin beramberî ku agahiyê emnîyetê heye cardin em rastî astengî û mudaxeleyan tên. Em di daxuyaniyê de rastî êrîşên tên. Rewşên wiha provakatîf bi nûçeyên cuda tên dayîn. Îro bi şansî mirin pêk nehatiye. Wekîlên ku dixwazin pêşî li van êrîşan bigrin hatin darp kirin. Biryarê me a têkoşînê zelal e."

'Vîna gel ji nedîtî ve tên û hewl didin me tine bikin'

Fîgen da zanîn ku dewletê hemû hevpemanên navnetewî a ku îmze kiriye binpêkiriye û wiha domkir: "Em dikevin salek nû. 2015'an di nava gola xwînê de hêştin. Em dixwazin sala 2016'ê bêy ku xwîn were rijandin bibore. Em ê dev ji têkoşîna xwe yê rast bernedin. Vîna gel ji nedîtî ve tên û hewl didin me tine bikin Ji vir û pêve di her gavek xwe de em ê têkoşîna xwe meztir bikin."

'Em niha vîna êdî bisekine didin nîşandan'

Fîgen wiha dirêjî da gotina xwe, "Bi baweriyek mezin ew ê ev êrîş bên vala derxistin. Em bi biryarê xwe li hember zilm û hovîtiyê têbikoşin. Di dîrokê de her dem ên ku li berxwedane bi serketine. Em ji bo ku biçin Şirnexê ji vir bi rêdikevin. Di rojên wiha de seknîn mirine. Di bin navê gotûbêjên zagonên bingehîn hilbijartina seroktiyê dan erê kirin û îmzayê qirêj hat avêtin. Eger îro em li berxwe nedin sibê em ê beramberî êrîşên meztir werin. Em niha vîna êdî bisekine didin nîşandan."

Piştî axaftinê komek ku ji Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yûksekdag, endamên Înisiyatîfa Ber bi Aştiyê ve Dimeşim, nûnerên KJA û parlementerên HDP'ê pêk tê ber bi Şirnexê ve bi rêketin.

(rc)