Jinên anarşîst piştevaniya berxwedana rêveberiyên cewherî dikin
09:05
JINHA
STENBOL - Jinên anarşîst diyar kirin ku ew piştevaniya biriyara gel a îlana rêveberiyên cewherî û Deklarasyona KCD'ê ya Rêveberiyên Cewherî û dan zanîn ku dê jin jiyana nû avabikin.
Li Kurdistanê gel rêveberiya cewherî îlan kirine û berxwedanê berdewam dikin. Di rojên derbasbûyî de Kongra Civaka Demokratîk (KCD) ê Deklarasyona xwe ya girêdayî rêveberiyên cewherî û çareseriya siyasî îlan kirin û di cihê xwe de rêveberî kirin pêşkêşî Tirkiyê kir. Jinên Anarşîst xwe rêveberiyên gel nirxandin û gotin: "Em li berxwedana kurdan û daxwazên wan ên xwerêveberiyê xwedîderdikevin."
'Rêveberiyên cewherî jinû ve avakirina jiyanê ye...'
Nergis Şen wiha axivî: "Rêveberiyên cewherî pêdiviyên civakekê di aliyê ekonomî û siyasî dene. Rêveberiyên cewherî tenê ne xendek û barîkate, ji nû ve avakirina jiyanê ye. Bi rêxistinbûna komunê demokratîkbûnê dixin meriyetê. Di navê de deshilatî û hiyerarşî nîne. Ji bo wê jî em li rêveberiyên cewheriyên kurdan xwedî derdikevin. Belê li hemberî qirkirinan berxwedanek mezin heye."
'Jin jiyanê ji nû ve avadikin'
Merve Demir jî destnîşan kir ku di nava rêveberiyên cewherî de jin di pêşde cîh digirin û wiha domand: "Li wê jin jiyanê ji nû ve ava dike û bi wate dike. Di her xelekên dîrokê de wiha bûye. Dema ku li cephe şer hebe, li peyî cephe jî jin jiyanê bi rêxistin dike. Di rêveberiyên cewherî de jin jiyanê ji nû ve rêxistin dike û ji nû ve ava dike. Dîtina wê û dayîna dîtin gelek giringe."
'Jinên ku berxwedanê didin jiyandin'
Merve bilêv kir ku jinên li peyî xendekan û barîqatan hene û wiha dom kir: "Jinên berxwedanê didin jiyandin di xwezaya wan de berxwedan heye. Ji xwe berxwedana li wê vê nîşan dide. Yên li wê tên qetilkirin zarok, dayîk û bavê wanin, vê bi hîskirinê dikin. Ji bo wê jî bi awayê polîtîk pir ji dil dikin. Ji bo wê jî pêşengên rêveberiyên cewherî jinin. Li aliyê Tirkiyê jî hişmendiyek a weke ku welat tê parçekirin heye. Em divê li aliyê Tirkiyê vê bişikênin. Di nava rêveberiyên cewherî de rola jinê çiqas giringe ji xwe YPJ'ê nîşanî jinên aliyê Tirkiyê de daye. Divê jin li vê berxwedanê xwedî derkevin. Divê niha jî bi heman awayî li berxwedanê xwedîderketin hebe."
(zt)