Fîgen Yuksekdag: Tirkiyê tev dibin dorpêçê de ye
13:55
JINHA
WAN - Hevseroka Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag di konferansa HDP'ê ya Wanê de axivî û got ku pergala serokatiya Erdogan modela Hîtler e û destnîşan kir ku bejîrandina pergala serokatiyê bejîrandina komkujiyên nû ye.
Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) a Wan bi dîrûşmeya "Em sibê ji îro diparêzin" konferansa xwe li dar xist. Konferans li salona Vantsoyê pêk hat. Hevseroka Giştî yê HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Parlenterên HDP'ê yê Wanê, hevşaredarên Bajarên Mêzin û navçeyên Wanê, nûner û rêveberên HDP, DBP'ê, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, aktîfistên KJA'ê, endamên Meclîsa Wanê û gelek kes devlî konferansê bûn. Li salonê pankartên li ser "Jin bi rêxistina azad bir be meclîs bûyinê ve diçe", "Em gotina xwe ya dawî dibêjin, em rêveberiya xweser avadikin" û "Em ax, av û enerjiya xwe xwedî derkevin" nîvisî hate daliqandin. Konferans bi rêzgirtinê ji bo kesên di têkoşîna azadiya gelê kurd jiyana xwe ji dest dan, dest pê kir. Pişt re ji bo dîvanê hilbijartin hat kirin û konferans bi axaftina ewîl dest pêk kir.
Pîştre Fîgen Yuksekdag ji bo axaftina xwe bike derket ser dikê û dest bi axaftina xwe kir. Fîgen diyar kir ku gelê kurdê li hemberî hemû zilm û zordariyan ji bo azadiya xwe ligel canê xwe li ber xwe dide û ji bo sibeyek azad têdikoşe. Figen anî ziman ku ji bo em pêşeroja xwe radesti zilmê nekin, ew bi jin, ciwan û zarokan re li hemberî zilma deshîlatdariyê têdikoşin û şerdikin û wiha pê de çû: "Gelek kes hene ku dixwazin pêşeroja me hilweşinin lê ligel vê zilmê ji bi hezaran kes hene ku li hemberî zilmê û hişmendiya hilweşendinê bi canên xwe li ber xwe didin û têkoşin, ev kes dê sibê azdiya xwe avabikin û di nav jiyanek azad û hevpar de ê bijin. Îro li aliyek kesê ku deshîlatdariyê û bi zorê sibeyek wek deshiladarî û bê hevparî didin ava kirin û hemû hewldana wan bi binpêkirina mafan e xwe didin jiyandin."
'Gelê kurd ji bo hemû gelê Tirkiyê li ber xwe dide'
Fîgen got ku ew kes bi hişmendiya desthilatdariyê hemû mafê jiyanê û sibe roja gelê me tune dike û wiha berdewam kir: "Li ser gelê kurd komkujiyên mezin hene. Gel kurd jî ji bo pêşeroja xwe alternatîfek da pêşiya xwe û li taxên xwe li hemberî artêşek têdikoşe û li ber xwe dide. Gelê kurd îro ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelê Tirkiyê li ber xwe dide. Gel bi berxwdana xwe bang li hemû kesî dike û dixwaze ku hemû gelê Kurdistan û Tirkiyê tev têkoşina azadî û demokrasiyê bibin."
'Tirkiyê tev dibin dorpêçê de ye'
Fîgen di berdewamiya axaftina xwe got ku darbeya ku hikûmetê da ye dest pê kirin nîşaneya hilbijartina 1'ê Mijdarê ye û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê hemû welat bi êrişan di nava taritiyê de hişt. Lê bila bê zanin ku ne tenê li Sur û Cizirê dorpêç hatiyê despêkirin. Ev dorpêç li hemû welat hatiyê dest pê krini û welatê me tev li ji aliyê dewletê ve hatiyê dorpêçkirin. Divê her kes li hemberî ve dorpêçê li ber xwe bide û xwe bi daxwaza demokrasiyê derkevin kolanan. Eger em bixwizin ku zincira diltiyê û hişmendiya tekekesiyê bişkininin divê her kes li taxên xwe li pîşt xendekan li ber xwe bide û têbikoşe."
'Li Kurdistanê jin û zarok tên kuştin'
Fîgen diyar kir ku ji bo demokrisiya dê li tax û kolanên bi modela hevpar û bi demokratik bi xebitin û ji bo gelê xwe bi kevin nav liv û tevgerê û wiha dom kir: "Li Kurdistanê di nav de jin û zarok ji heyî bi sedan kes li kolanên xwe dê kuştin. Lê desthîlatdar çi dike guhên xwe li êrîş û komkujinê girtine û ketinê xema maqazagonê û difîkirin ku dê ji bo Tirkiyê maqazogonek çawa bidin amadekirin. Di hemû hişmendiya wan de maqazagonek dê çawa kurda tunê bikin amade dikin û di hemû planên wan de ev heye. Lê heya ku hûn maqazagona xwe amade bikin dê gel rêveberiya xwe bidin avakirin. Ji ber ku bi hezaran welatî li pişt xendekan li ber xwe dide û bi vînek mezin têdikoşe."
'Hemû partî ji aliyê kurdan ve hevpar in'
Fîgen di axaftina xwe de partiyên muhalîf jî rexnekir û got ku hemû partî li hemperî tunekirina gelê kurd hevpar in û ji bo komkujiyan gelê kurd li hev dicivin. Fîgen anî ziman ku welatê Tirkiyê ji aliyê merek ve tê birêve birin û muhalîf tu tişt nake û wiha dirêj da axaftina xwe: "Di meclîse de partiyên muxalif hene lê li dijî hev in. Lê MHP parçeyke ji hişmendiya AKP'ê ye tiştê em jê fam nakin ew e ku çima CHP ne bi gorî birdoziya xwe dimeşe. Dema ku mijar bibe kurd hemû dibin hevpar û li hev kom dibin. Di xwazin ku bi hevparî têkoşina gelê kurd bi êriş û komkujina têk bibin lê na dê berxwedana gelan wan hemûyan bi Qesra wan ve têk bibe."
'Erdogan modela Hîtler dixwaze pêk bîne'
Fîgen li ser daxwaza pergala serokatiyê ji derbirî û got ku modela Serokomare Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ya serokatiyê modela Hîtler e wiha got: "Erdogan di pergala serokatiyê de israr dike. Bi qebûlkirina pergala seroktiyê re dê rêjimek nû destpêbike. Daxwaz serokatiyê modela Hîtlerê ye. Dema ku em li dîroka Hîtler dinêrin Hîtler li ser gelê yahudiyan komkujiyên hovane da pêk anîn. Dema ku em li wê dinêrin Erdogan ji xwedî heman hişmendiyê ye û bi daxwaza serokatiyê jî ve baş dide nîşandin. Îro Erdogan teqaz modela Hîtler dixwaze pêk bîne. Erdogan bi devê xwe got "Seroktî modela Hîtler e piştre berovajî dike. Gelo em nizanin ku serokatî modela wê wahşetê ye û dê ev hovitî li ser kurdan bê meşandin."
'Dê ji gel lêborînê bixwazin'
Fîgen berxwedana gelê kurd yên li hemberî êrîşên li Sur, Cizîr û hemû hereman jî ev tişti got: "Ji ber qesrê ferman da ye artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe bi top û tangan êrîşi bir ser zarok û jinan. Gelo li kîjan welat û dewlet li hemberî welatiyên xwe şer daye dest pê kirin û wan qetîl dike. Di zagona cihanê de ev suc e û nayê qebûl kirin. Li Tirkiyê her kes bûne yek û bi hevparî li êrîşên HDP'ê û gelê kurd dike. Bila baş bê zanin ku dê hemû li hemberî gelê me hesabê bidin û ji gel lêborinê bixwazin. Dê gel cezaya wan bi destê xwe bide."
Fîgen di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku li hemberî hişmendî û modela Hîtler, ew ê bi gelê kurd re û bindest re bi rêvebriya xweser li ber xwe bidin û têkoşina xwe xurdtir bikin.
Konferans ji çapemeniyê re girtî bi mîjarên cuda berdewam kir.
(kom/rc)