Çaglar Demirel: Jin pêşengên qadên rêveberiya cewherî ne

10:13

Nurcan Yalçın-Mizgin Tabu/JINHA

AMED - Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel diyar kir ku li qadên rêveberiya cewherî hatî îlankirin dewlet jin û zarokan hedef digire û qetildike. Endama Koordinaysyona KJA yê Ayşe Yagci jî da zanîn ku ji ber jinên kurd pêşengiya rêveberiyên cewherî dikin ji bo wê jî dewlet bi zanebûn jinan hedef digire û qetildike.

Li hember şerê topyekun ê ser Kurdistanê berdewam dike berxwedana rêveberiya cewherî pêşketiye. Di nava herêmên reveberiyên cewherî de herî zêde hêzên dewletê jin û zarokan hedef digirin û qetildikin. Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel destînşan kir ku ji ber rola pêşengiyê jin hedef tên girtin û wiha got: "Di her qadên jiyanê de jin pêşengiyê dikin. Dema ku mirov lêdinêre tayîbetî li Kurdistan, Tirkiye û hemû cîhanê jin li pêşin. Kî di berxwedanê de pêşengiyê bike ji xwe ji aliyê hêzên emperyal ve hedef tên girtin. Li Kurdistanê hêza pêşengiya rêveberiyên cewherî jinin."

'Di herêmên rêveberiyên cewherî de 73 jin qetilkirin'

Çaglar gotina jinên kurd a "Ger mala me bişewitînin jî emê wan berên xaniyê xwe yê şewitî bînin bikin barîkat" bibîrxist û wiha domand: "Tayîbetî jî li Farqînê jinan dar girtin destê xwe daketin qadan û goti: 'Ew bi tu awayî nikarin êrîşî me bikin. Em desturê nadin ew êrîşî zarokên me û navendên jiyana me bikin.' Cardin bi heman şêweyî ji ber li Nisêbînê jinan pêşengiya berxwedanê kirin hedef hatin girtin. Tayîbetî li qadên rêveberiya cewherî jin hedef tên girtin û heya niha li qadên rêveberiya cewherî 73 jin hatine qetilkirin. Li Şirnex, Silopî, Cizîr, Nisêbîn, Kerboran, Sur û Dêrikê me ev dît. Di rastiyê de li Gimgimê bi Ekin Wan despêkirin, li Stenbolê jinên şoreşger înfaz kirin û li Kurdistanê berdewam dikin."

'Em weke darbeyek ser vîna jinan dinirxînin'

Çaglar bilêv kir ku jin hêza pêşengin di rêveberiyên cewherî de û wiha berdewam kir: "Jinên ji tiştekê natirsin, li ber xwe didin, xwe ji bo zarokên xwe û hemû gelên li wan qadan dijîn dikin sper hedef tên girtin. Di demên dawiyê de mînakên vê li Cizîr, Silopiya û Nisêbînê hatin dîtin. Çima zarokên di zigê dayîka xwe de qetilkirin? Çima zarokên hîna nehatî dinyayê qetildikin? Çima cenazê Taybet Înan hefteyekê li erdê ma, nehêlan cenaze bê rakirin. Çima li ber çavê zarokan kesê nekarî biçe cenaze bigire? Li gel hewildanên me yên hefteyekê jî destura girtina cenaze nedan û cenaze li kolanê ma. Em vê weke darbeyek ser vîn û tekoşîna jinan dibînin. Lê emê bi van sedeman tekoşîna jinê mezintir û bihêztir bikin."

'Pêşengê berxwedanê jinin'

Endama Koordinaysyona KJA yê Ayşe Yagci jî anî ziman ku pêşengê berxwedana li Kurdistanê tê dayîn jin dikin û wiha dom kir: "Di şerê gelê şoreşgerî de jin pêşengiyê dikin. Ji despêkê heya niha di hedefa dewletê de jin hene. Ji ber ku jin hêza pêşengiya civakê ne. Em jî dizanin ku bêyî azadiya jinê azadiya civakê ne gengaze. Li Kurdistanê şerê herî dîrokî tê meşandin. Gelê kurd di rojên dîrokî re derbas dibin. Di nava berxwedanê de hevalên me yên jin ên ku bi tilîliyên xwe li piş xendekan hêz û moralê didin ciwanan û pêşengiya berxwedanê dikin hene. Ji bo wê ye her dem pergal ji jinan ditirse. Ji bo wê ye li Kurdistanê herî zêde jin tên qetilkirin."

'Di berxwedanê de jin jiyana komunê avadikin'

Ayşe balkişand ser qadên berxwedanê yên weke Silopî, Cizîr, Nisêbîn, Kerboran, Sur û wiha got: "Jin li rêveberiyên cewherî xwedî derdikevin. Ev tekoşîn giringe ji ber ku berdewama keda tekoşîna jinan a 40 salane. Jin li hemberî hemû tindiya dewletê tekoşînê didin. Jin tekoşîna xwe ya 40 salan bi rêveberiyên cewherî tacîdar dikin. Ji ber ku dewlet ji vê ditirse jinan hedef digire. Jin li qadên berxwedanê hem weke çavkaniya moralê û hem jî weke hêza avakirina jiyana komunê tê dîtin. Bi rastî jî jin hemû tiştên di destê xwe de bi her kesê re par dikin û jiyana komunê avadikin. Em dikarin bêjin bi giyana komunê jin nirxê xwe diparêze. Ji xwe ev di xwezaya jinê de heye."

(zt)