Li hemberî dorpêçan meşa Botanê cardin despêkir

12:31

JINHA

AMED/WAN - Hevserokên KCD, HDP û DBP'ê û nûnerên KJA yê ji ber sedema barîna berfê meşa xwe ya ber bi Botanê ve nîvî hêlabûn cardin ji Amed û Wanê despêdikin. Di navê de Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag û Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî di navê de dê kom li Hezdexê bigihin hev û ber bi Cizîr û Silopiya ya dibin dorpêçê dene ve bimeşin.

Ji bo şikandina êrîş û dorpêça dewletê ya ser bajarên Botanê di navê de Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag, Hevserokên DBP'ê Emina Ayna û Kamuran Yuksek, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û Berdevka KJA yê Ayla Akat Ata, parlementerên HDP'ê û hevşaredarên DBP'ê jî heyî komên ji Amed û Wanê rêketin cardin berê xwe dan Botanê. Koma ku 3 roj berê ji ber barîna berfa zêde li Sêrtê asê mayîbûn dê li Hezexa Şirnexê bigihin hev û paşê ber bi Cizîr û Silopiya yên dibin dorpêçê denin ve bimeşin.

Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag û koma ku pêrene ji Wanê ketin rê, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û koma pêrene ji Amedê di saetên serê sibê de ketin rê. Dê Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel jî îşev li Hezexê be.

(zt)