Gulser Yıldırım: Divê her kes li hember vê hovîtiyê dengê xwe bilind bikin
09:06
JINHA
MÊRDÎN - Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yıldırım diyar kir ku divê li hemberî êrîşên ser kurdan berdewam dike hemû civak bihev re dengê xwe bilind bike û got, "Dema ku civak bêdeng dimîne divê bê pirsîn wijdan, îmana û ehlaqê we li kuye? Gelo mirovbûn û nirxê mirovan parastin evqas erzane? Ji bo wê jî divê li hemberî vê hovîtiyê zêdetir deng bê derxistin."
Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yıldırım bi qedexeyên derketina kolanan re êrîşên ser gelê kurd berdewam dike û bêdengiya aliyê Tirkiyê nirxand û da zanîn ku divê gel li hemberî van êrîşan yek be. Gulser destnîşan kir ku AKP'ê hemû hêza xwe daye ser çê çar navçeyan, bi polîtîkaya qirkirinê nêzî wan dibe û wiha domand: "Di vê astê de bê hiquqî, bê wijdanî, bê ehlaqî û bê zagonî di dîroka Tirkiyê de nehatiye dîtin."
'Divê li hember qetilkirina sivîlan her kes zêdetir dengê xwe derxîne'
Gulser wiha berdewam kir: "Li Tirkiyê hem kesên ji bo xwe dibêjin; 'Ez bi wijdan, îman, ehlaq, nirxê mirovahiyê dizanim û pêşeroja Tirkiyê di demokrasiyê de dibînim' divê li hemberî van qirkirinên zarok, kal û hemû sivîlan dengê xwe hîn zêdetir bilind bikin. Ji ber ku di rastiyê de li vêderê barbarî tê meşandin. Yên ji vê bawernakin, naxwazin bibînin ger hîna hinek nirxê mirovbûnê di hindirê xwe de diparêzin bila bên bi çavê xwe bibînin. Ji derve medyaya AKP'ê bi nûçeyên derew serê her tiştî digire. Werin li vêderê bi mirovan re hervîdinê bikin ka em binêrin sivîl ji aliyê kê ve tên qetilkirin? Werin li vêderê bibînin çawan mala bi tang û topan tên xirakirin. Dibe ku wê demê hinek wijdanê we têkeve tevgerê û hûn bertek nîşan bidin."
'Sepandinên AKP'ê roj bi roj Tirkiyê ber bi qetandinê ve dibe'
Gulser bilêv kir ku niha polîtîkaya qirkirina nejadî tê meşandin û wiha dom kir: "Ji xwe Serokwezîr li devê Serokomar dinêre ew çî bêje bi wê fermanê tevdigere. Dixwazin bi hevkariya hev ser gelê kurd qirkirinê bidin meşandin û vîna wan bişikênin. Lê li holê daxwazên kurdan hene. Gelê kurd daxwaz û mafê xwe yê herî demokratîk ku bû sed salane ji dest hatî girtin daniye holê. Ev jî ji bo yekbûn û demokratîkbûna Tirkiyê alîkariyeke. Ev Tirkiyê parçe nake. Niha tişta ku AKP dixe meriyetê roj bi roj Tirkiyê ber bi parçebûnê dibe."
(zt)